09 april 2020

Hûn mîvanên min in...



Min ev nivîsa li jêr ji tirkî wergerand kurmancî.
Kê nivîsîye ez nizanim.
Ez li nivîskarê/nivîskara wê geriyam min nedît, li her derê bênav bû.
Kê nivîsîbe jî nivîseke xweş e, rewşa heyî, halê însanan xweşik îzah kiriye. 

Bi rastî jî rewş ev e, însan bêçare ne, helê însanan pir xerab xuya dike.


Wek di nivîsê da jî hatiye gotin, bi rastî jî êdî qîmeta teknîka me, tirs û xofa sîleh, tank, top, fuze, bombe û balafirên me nema. 

Sînor, artêş, qereqol, mayin, Sedda Çînê, S-400 Rûsyayê, F-16ên Amerîkayê giş bêmane bûn. 

Dinya giş, bi hemû îmkan, hêz, alim û zanayên xwe ev sê meh in nikanin zora vîruseke biçûk bibin.
 
Însanên nikanibin bi vîruseke hewqasî biçûk, li hemberî nexweşiyekê hewqasî bêçare bimînin, li hemberî felaketên hîn mezintir tew ne tiştek in, hemû teknîk û hêza wan ne sifir e jî.

Vê nivîsê ew gotiye û rast e.  

”Li dinyayekê em di xew da man, li dinyayeke din me çavê xwe vekir. Ji nişka ve Dîsneyê muhteşemiya xwe wenda kir. Parîs êdî ne romantîk e.
New York ne li ser niga ye.
Sedda (Bedena) Çînê êdî ne sitar e, Mekke vik û vala ye.
Cade, kuçe, bajar  bêdeng in.
Hevdu himêzkirin, maçkirin ji nişka ve bû tahlûke û neçûna serdana dê û bavan û hevalan êdî bû sebebekî hezkirinê.
Ji nişka ve hêz, bedewî, pere bêqîmet bû û oksîjena hûn dixwazin bigrin hûn nikanin bigrin.
Di xwezayê da jiyan dom dike û pir jî xweş e. Tenê însan xistin qefesê. Ez bawer dikim siruşt/xweza mesajekê dide me:
-Hûn ne hewce ne. Hewa, av, ax û asîman bêyî we pir baş e. Dema hûn bi paş da vegeriyan viya ji bîra xwe dernexin. Hûn mîvanên min in, ne xwedîyên min.”

Wergera ji tirkî: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE