01 april 2020

Gerek gotin û kirinên meriv hev bigire


Xwendevanekî min di bloga min da gotiye, ”Mamosta, ez eksa we ya li ser kurdî pîroz dikim. Hestên te yê li ser nivîsên tirkî gelek caran dibin hestên min jî. Tu her hebî. Malî ava."

Weleh rast ya jî şaş, kî çi dibêje bi kêfa xwe ye. Lê ev 13 sal in min di bloga xwe da, di facebooka xwe da, di twîtta xwe da yek rêz jî bi tirkî nenivîsîye û qebûl nekiriye kes jî nivîsên min bi tirkî şirove bike.


Ez dibêjim nivîsîna bi tirkî şaşiyeke mezin e, zirarê dide kurdan, lema jî ezê bi xwe tu carî vê şaşiyê nekim.

Ez viya ji bo xwe dibêjim…

Ez zanim her kes nikane wek min bike. Lê yên wek min jî hebin baş e, heta lazim e jî.


Îbrahîm Malgîr: Mamoste Evara te Baş! Min helwesta te ku Tu dibéjî ‘Ev helwesta min e!’
Ez pé kéfxweş dibim ku tu wé dibéjî û ez desté xwe ji naveroka nivîsa te re radikim, lé ez bi sé zimana dinivîsim, yek ji wan jî bi Tirkî ye! Mersela asîmîlasyoné dibé bingehé helwesta te, ez bi te re m
me!
Ez bi Tirkî jî dinivîsînim, jibû péwîstîya xwe îfade kirina nérîné min in ! Ez hévîdarim, heger ez ji naveroka hindek tiştén, girîng re desté xwe radikim re, hûn li min jibûrin !
Silav û réz jibû hewe

Zinarê Xamo:Birayê ezîz her kes di fikrê xwe da serbest e û mesûlê karê xwe ye. Tiştê ez şaş dibînim belkî yekî din şaş nabîne.
Lê ez wek şexs nivîsîna bi tirkî şaş û bi zirar dibînim û lema nanivîsim. Lê bêguman her kes wek min nafikire.
Ez dibêjim em kurd dibê bi hev ra bi kurdî bipeyivin.

Minaqaşeyên îşev nehîşt ez kitêba dixwînim biqedînim. Min got ezê îşev xatiratên Ekrem Cemîl Paşa "Muhtasar Hayatim" biqedînim, lê xirecira li vir şev li min zîz kir. Êdî dereng e, ma sibe.

Bala min lê ye hin kes ji hev ra, ji hin kurdên jê hez nakin ra gotinên ne xweş dikin. 

Bêguman heqaret, çêr ne xweş e, eyb e. 

Belkî jî kesên van gotinên ne xweş dikin provakator in, hin kesên dixwazin kurdan bera pêsîra hev bidin. 

Lema dibê meriv xwe bisitirîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE