08 april 2020

Gerek em bizanibin xelkê çi aniye serê me !


Bi piraniya me kurdan ra şiûra tarîxê kêm e, em xwe nas nakin, em nizanin berê em çi bûn, nuha ketine çi halekî perîşan û zelûl.

Ji bo ku em ji tarîxa xwe bêhay in, em xwe nas nakin û nizanin tirkan çi anîye serê me.

Kî bûye serî, tirkan tim ew serî birrîne, ji Kurdistanê nefî kirine...


Ji bo ku piraniya kurdan ji tarîxa bêhay in ji halê xwe û ji bindestiya tirkan razî ne, îsyan nakin, di ser da dibin rêber, xulam û koleyên dagirkerê xwe, radihîjin tivingên xwe û birayê xwe yên bi namûs, bi şeref, birayên xwe yên azadîya wî û serxwebûna welatê wî dixwazin dikujin; rayayên xwe didin qatilên zarokên xwe, dagirkerên welatê xwe.

Destikê bivir ne ji darê ba dar nediket, êzingvan nikanîbû dar bibiriya. Heqas cahş û xayinên me tunbebûna dijminê me nikanîbû em têxistina vî halê perîşan.

XXX
Pêşiyên me gotine ji malê ra qûn laim e, ji girarê ra rûn lzim e. Ji bo ku me bi me ra ew aqil, ew “qûn” tuneye em man bindest û me Kurdistan çê nekir.
Tirk hatin ji çol û çolistanan, bûn xwediyên bax û bîstan û daristanan.
Û em jî bûn mahcirên çolan û kundên şikêran.

XXX
Carê yekî alman bi nêta tirkekî li yekî kurd xistiye, yê kurd gotiye law ez ne tirk im, ez kur dim, li min nexe.
Yê alman gotiye:
-Wê demê te bêtir lêxistin heq kiriye, heger hûn ji tirkan ne pîstir bûna hûn nediketin bin destê wan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE