05 april 2020

Dora êş

Mêrik kerên xwe bar kiribûn diçû êş. Bi rê da rastî yekî din hat. Got:
-Pismam ma tu ji ku tê?
-Mêrik got:
-Wele ez êş têm.
Ê got:
-Ma li êş dor hebû tunebû?Yê ji êş dihat got:

-Wele dor tunebû, ez yê herî dawî bûm. Lê dema min dît dor tunye, hema min rahîşt têrra xwe ya zêd û bir danî pêşiya hemûyan û arvanê xwe berî her kesî hêra.
Yê diçû êş got:
-Ê weleh ez li wir bûma min nedihîşt tu dora min bigrî.
Yê ji êş dihat got:
-Weleh tu jî li wir bûya miné dîsa jî wer bikira û arvanê xwe berî her kesî bihêra.
Yê din got “ji te û ji bavê te zêde bû, kevir jî bibariya min nedihîşt” tu têkeve pêş min-
Wî got “weleh te nikanûbû tu jahr belev bikira” , yê din minê bikira û gelek gotinên ne xweş ji hev ra kirin. Axir yek ji wî, yek ji yê din,  yê diçû êş got:
-Ê law aş dûr e, ma dor jî dûr e? Hema va ye ez di dorê da me, te tu mêr î were dorê ji min bistîne !
Û gotin tep û rep û repandin hev, heta hevûdu kel û kêx kirin…

Mohr dike
Dîk li hewşê li mirîşkê siwar hatibû û pê da fis dikir. Rojdîyê biçûk di himêza diya xwe da bû, ev yek meraq kir û ji diya xwe pirsî:
-Dayê, dîk çima li mirîşkê siwar dibe?
Diya wî hinekî fikirî, bi rûkenî got:
-Hêka wê mohr dike.

Tedbîr
Yekî Berfiratî di nav ziqaqên bajêr da şeşderba wî di dest da û dabû pey dijminê xwe. Piştî demekê got teq û bera yekî da û mêrik wergerand. Çû bala xwe dayê ku yê mirî xerîb e, ne dijminê wî ye. Jê ra gotin:
-Kuro ev camêr xerîb e, ne tu wî nas dikî û ne jî ew te nas dike, te çima ew kuşt?
Bi awirekî cidî serê xwe hejand û got:
-Tedbîr tim baş e, heger Hes bûya wî yê ez bikuştama.


1 kommentar:

  1. Şer û teşxeleyên nabêna hêzên siyasî yên herçar perçên Kurdistanê, wek şerê van herdu gundiyan yê li ser dora êş e, jê pir ne cudatir e.
    Îdeolojî û fikrên me çi bin jî em giş li welatê xwe girtî û êsîrên tirk, erb û farisan in, em giş bindest in. Ji dêlî em bi hev ra li hemberî neyarên xwe serî hildin, em ketine gewriya hev, em şerê hev dikin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE