08 april 2020

Di vê tofana Koronayê da telefona min çû rahmetê



Di van rojên xerab û tofana pandemiya Vîrusa Koronayê da telefona min îstop kir, got umrê min tije bûye, ez hew dixebitim.

Ev demek bû her cara ez bi yekî ra dipeyivîm qut dibû û nivîsa ” Interfaces do not respond” derdiket. Min tim digirt, lê dîsa derdiket û di dema axaftinê da dibû problem.


Welhasil min mesele ji lawikê xwe ra got. Got bavo ev telefon miriye, gerek tu yeka nuh bikirî.

Ev qewlik ya Internetê ye, min eynî ji vê temî kir, heta du sê rojan ewê were.

Lema jî min îro ji xwe ra telefon û qubûreke(qewlikekî) nuh kirî. Telefona min a kevn Samsung3 bû. Min îcar yeka hinekî buhatir ”Samsung Galaxy S10e” kirî. Ez jê fêm nakim, lawikê min ji min ra niqand.

Ji zû da bû nêta min hebû ez telefoneken uh bikirim, lê min tim cangiranî dikir, roj bi rojan dida. Çimkî telefona pir giran bûbû û baş nedixebitî. Axir baş bû îstop kir û ez bûm xwedî telefoneke gelkî nuh û moderntir. 

Belkî jî Vîrusa Koronayê tê geriya û umrê wê temam kir. Lê xwedê kir ne ez, telefon kuşt, bira bi mal be, ne bi can be...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE