04 april 2020

Di van rojên herî xerab da jî li pey şêlandina milet in


Li Tirkiyê wezareta perwerdê îsal ewê 20 hezar mamoste bigre kar. Di nava 20 hezar mamosteyên tirkî da kadroyek dane mamosteyekî kurd jî; ji tirkan ra 20 hezar mamoste, ji kurdan ra 1 mamoste.

Ev 1 jî bêguman ji bo ibretê dane. Bi vê 1ê ji kurdan ra gotine qîmeta we li ma bi qasî kixseyek pîvaz jî tuneye.

Lê kurdên bêxîret pir in, dîsa jî ewê xwe aciz nekin û dev ji xulamtiya tirkan bernedin.
in


Wek tê zanîn li bakurê Kurdistanê du lehçeyên, zaravayên kurdî, zazakî û kurmancî hene.

Ew  yek (1) kadro jî ji bo zazakî ye, ji bo kurmancî sifir (0) e, yek mamoste jî nedane.

Weleh kêf kêfa kurdên zaza ye, dewleta tirk kadroya mamosteyekî daye, Xwedê daye wan, ma hîn ewê çi bixwazin?

Tirk in, dijmin in, miheqeq pilaneke wan heye.

XXX
Şîrê kerê ancax têrî dahşika wê dike

Ji ber kirîza Vîrusa Koronayê li her dera dinyayê dewlet alîkariya hemwelatiyên xwe dikin, li Tirkiyê dewletê ji gel alîkariya xwestiye.

Mesajek û numreya telefonekên ji însanan ra şandine, gotine
hema 10 lîreyî alîkariyê bişîne ji vê numreyê ra.

Vana parsekên ber devê mizgeftan jî derbas kirin.

Ji dêlî ku dewlet alîkariyê bi însanan ra bike, alîkarî xwestiye.

Şîrê kerê(mankerê) ancax têrî dahşika wê dike, perê dewletê jî ancax têrî serokên dewletê û meaşê çeteyên Daîşê û îslamî dike. Lema jî ji wan ra pere lazim e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE