01 april 2020

Carê fêrî şêlandinê bûne


Li her dera dinyayê dewlet ji bo ku van rojên zor û zahmet bi selametî derbas bikin alîkariya hemwelatiyên xwe dikin, ji bo wê pilan û pirojeyan amade dikin, meblaxên pir mezin, bi milyaran dolarî ji bo milet vediqetînin.

Lê li Tirkiyê dewletê ji însanan pere xwestiye, gotiye ji bo ku em donê we di serê we bidin, dibê hûn alîkariya dewletê bikin. 


Li ser emrê Erdogan kontoyek vekirine û ji milet ra gotine dibê hûn vê kontoya dewletê baş dagrin.

Tirkên îslamî carê fêrî şêlandinê bûne, di her qirîzekê da milet baş digvêşin, xweş dişêlînin.

Tabî milet jî rejîmeke wiha heq kiriye. Tirkan bi destê xwe ev serok û ev rejîm ev 18 sal in li ser hukim hîştine.

zinên destên xwe, gustîlên tiliyên xwe bifroşin kîsikê serokê xwe tije bikin. Ji bo kanibe şerê kurdan bidomîne jê ra pere lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE