07 april 2020

Bersîva rexnegirekî min


Kurdekî bi naznavê ”Cemo DepCemo”, li ser hevpeyvîna min a bi Popkurdê ra hin gotinên min şaş fêm kiriye û di twîtterê da li ser hevpeyvînê çend tişt gotine, bi hin peyvên ne xweş ez rexne kirime. 

Bi du sê gotinan nabe ez bersîvê bidimê. Bersîva min hinekî dirêj e. Lema jî min rexneya wî û dîtinên kesên din girtin nivîsî.

Rexneya Crmo û bersîva min û dîtinên hevalên din li jêr in, hûn kanin li ser hev bixwînin.


Cemo DepCem: Ev gotin ne rastin. welat berîye Lenîn û Stalin jî dihatin damezirandin. Be aqilî û ne netewparast bûna kurdan ne ji ber Lenîn û Stalîn ê. Berê Lenîn û Stalîn jî Kurdan bi navê îslame hammaltî dikirin. Bi gû avitine çepê ahmaqî ya Kurdan naye îzah kirin.

Zinarê Xamo: Kîjan gotin ne rast e? Ji kerema xwe wê gotina ne rast bibêje ji bo ku ez jî kanibim bersîva te bidim. Ya din hinekî giran be û bi edeb bipeyive. Fikrê xwe bibêje, lê ne hewceye tu devê xwe heqasî pîs bikî...

Cemo DepCem: Ne haqe ez bêjim filan gotin şaşe! Tu poşmbûna xwe tîni ziman. A ez dixwazim balê bikişînim ser, moda "gû avêtina çepê" ya di nav kurden ku bere çep bûn. Ku çep ne bûya Kurd hemû îslamist dibûn û dîsa ji kurdayetîyera faydeyek ne didan. Qê nebe bi çep fêrî kiymet dana kedê bûn.
Tiştekî vekim: "gû avêtin" ne gotineke bêedeb ê, gotineke û hem bi nivîskî hem jî devokî te bîkaranîn. Lê eger ez buma sebeba şaş famkirinê bibore.

Zozan Yaşar: Ez dibêm qey te baş guhdarî nekir. Camêr nabêje damezrandin, Lenin û Stalin... Dibêje "xwezil min li ser dîroka xwe bêhtir bixwenda." Ez jî dibêm berîya her tiştê divê em xwe nas bikin paşê dijminên xwe û zanebûna dîrokên milletên cuda jî dê ji me re binin bonus.

Îbrahîm Halîl Baran: hemî gotinên te rast in apocan; lê çoyê xwar siya xwe rast nabe. ew kurda, bi nexweşiya xetaya te ya 40 salî berê ketî ye hê li wir maye :)

Do na pêr: Tû serfirazîya meyî.tû hevîyî dilê meyî kû çend sale em daxwaz dikin de û bavê me jî wek te xweyî xîret bin.ez bixwe kîsê xwe bibejim dayika min tê bîramin nay bîramin gotinek mera dibêje: “Hûn hukumatê nikarin”

Receb Dildar: Tu kurdekî xas û di kurmancî de bê tawîz î.

Cemo, min hemû tarîxa xwe reş û înkar nekiriye. Te baş fêm nekiriye.

Li ser pirsa ”tu tiştekî tu jê poşman î heye?”

Min gotiye erê û hin numûne dane, min gotiye xwezî me ji bo Lenîn, Stalîn û Mao, Soveyet û Çînê neyartiya hev nekira.

Me ji bo Lenîn, Mao, Enwer Xoce, zalim û dîktarorekî wek Stalîn neyartiya hev dikir, li hev dixist, hev û du dikuşt. 

Min gotiye xwezî min wer nekira û ji bo ku min wiha kiriye ez poşman im.

Ma ezê bi çi yê vê kêmaqiliyê serbilind bim?

Çi îşê me feqîrên xwedê bi Mao, Lenîn û Stalîn, Sovyet û Çînê bû?

Em ne kêaqil bûna me ji bo Sovyetê, Çînê, Stalîn û Mao û Enwer Xoce neyartiya hev dikr, hev û du dikuşt?

Me ji bo Sovyet û Çînê çavên hev derdixist. Her du welat jî hevakar û mitefikên neyarên me bûn, çek û bombe didan Seddam Husên û Esed û ereban jî pê em dikuştin û me jî Sovyet diparast.
Yanî me hevalê celadê xwe diparast.

Me tarîxa xwe, ya bajar û gundê xwe nizanîbû, ew meraq nedikir, lê em tarîxa Sovyet û Çînê fêr dibûn.

Me serokên serîhildanên kurdan, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad, Qazî Mihemed, Simkoyê Şikakî, Şêx Mahmûdê Berzencî meraq nedikir, em tarîxa wan fêr nedibûn, lê me jiyana Mao, Lenîn, Stalîn û Enwer Xoce wek hafizquranan ji ber kiribûn.
Heger ez ji vê kirina xwe ne poşman bim ez dîn im, ez ehmeq im !

Min gotiye ji dêli ku min Lenîn, Mao, Stalîn bixenda, min tarîxa xwe bixwenda, welatê xwe nas bikira, lehçeyeke kurdî, zimanekî din fêr bibûma baştir bû.

Ma ev şaş e?

Ya din min hemû tarîxa xwe înkar nekiriye, min negotiye her tiştê min kiriye şaş bû, pîs bû. 

Ev 50 sal in ez kurdayetiyê dikim. 

Dema ez komunîst bûm û min Marx, Lenîn, Stalîn diparast jî ez nasyonalîst bûm, min azadiya gelê xwe û serxwebûna Kurdistanê diparast. 

Ez di ber kurd û Kurdistanê da hatim girtin, ketim hundur û 30 salî jî mahkûm û mahcir bûm.

Yanî dema ez çep bûm her tiştê min kir ne şaş bû, bi xêra çepîtiyê min gelek tiştên baş kirin. 

Lê min gelek şaşî û tiştên ne baş jî kirin, min gotiye xwezî min ew şaşî nekirana û di dewsa wan şaşiyan da min tiştên baştir kiribûna.


Mesela “gû avêtin” jî tu şaş î, kes “nabêje gû avêt “ . Bi tirkî jî gotineke, biwêjeke wiha tuneye. “Çamur atma” heye, yanî “herî avêtin, çamûr avêtin.” 

Lê di literature siyasî da “gû avêtin” tuneye û ne xweş e tu ji min ra bibêjî “ min gû avêtiye” ji çepîtiyê da.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE