05 mars 2020

Zimanê cinet û cahnimê



Kalekî ji Amûdê bi otobozê diçû Şamê. Bi rê da ji çentê xwe kitêbek derxist û dest bi xwendinê kir. Erebê li kêleka wî di bin çavan ra li kitêbê nêrî, dît kitêb ne bi erebî ye. Ji kalo pirsî:
-Apo, ev kitêba tu dixwînî bi çi zimanî ye?
Kalo got:

-Bi kurdî ye.
-Apo, dewleta we tuneye, ma tu yê xwendina bi kurdî çi bikî?
-Ez bi dorê, li vê dunyayê ji min ra lazim nebe, ewê li wê dunyayê lazim be. Çimkî li Cinetê her kes bi zimanê xwe dipeyive.
-Le heger tu çûyî cahnimê?
-Ê li wir jî erebî dipeyivin, bi erebî jî ez zanim…

Karê Xwedê
Dema Apê Mûsa Anter li gund dima hevalekî wî yê zaroktiyê Şêxoyê Kûtê tim diçû ba wî. Ew jî wek apê Mûsa merivekî hazircewab û henekçî bûye. Rojekê radyo dibêje:
-Sibe ne dusibe dinya ewê bi ewr be û baranê bibare.
Şêxo bi tirkî nizane, ji apê Mûsa dipirse, dibêje:
-Ma ev çi dibêje?
Apê Mûsa dibêje, min got:
-Dibêje sibe ne dusibe ewê dinya bi ewr be û baranê bibare.
Li ser vê Şêxoyê Kûtê dibêje:
-Tu bi qedrê Xwedê dikî, de îcar karê Xwedê ma çi?

Ez apê te me
Sofî her roj birrek mîvan dida û xwe, dibir mal. Rojekê xanima wî aciz bû jê ra got:
-Tu her roj qeflak peya didî dû xwe û tîne malê, bêyî tu bifikirî li mala te tiştekî tu bidî ber mîvanên xwe heye ya na…
Yek ji jinikê, yek ji Sofî, jinikê sîleyek bi tîn şerpand ji belka guhan da. Ji şansê xerab ra şaşika Sofî gindirî, çû ber mîvanan. Sofî şermezar bû, pir li ber xwe ket. Ji bo Sofî zêde fedî neke mîvên got:
-Sofî li ber xwe nekeve, halê min jî wek yê te ye. Bi navê Xwedê rîya min jî wer di desyê ya min da ye.
Sofî şaşika xwe ji erdê hilanî, dawşand, da serê xwe û destê xwe avêt ji rîya xwe da û got:
-Ez apê te me, weleh heta nuha min rojekê jî rîya xwe nedaye dest…

Guhertina nav
Li gund navê şivanê axê kiribûn ”kero”. Gundiyan, malbata axê jê ra digotin ”kero” were, kero here…
Pîreka wî rojekê hew deyax kir, jê ra got:
- Mahrûmo, ev çi nav e xelkê li te kiriye? Here ba axê, jê rica bike bira navê te biguherîne, bira navekî din li te ke, bira kes ji te ra nebêje Kero !
Gotinên jinikê ket serê şivên û rabû çû ba axê û ji bo ku navê wî biguherîne jê rica kir. Axê rica wî qebûl kir. Dû ra jî bi kêfxweşî berê xwe da mala xwe. Dema nêzî male bû bi dengekî bilind ji nikê ra got:
-Guhert, guhert!
Jinikê got:
-Kir çi, kir çi?
- Kir dahşik, dahşik…
Jinikê li çonga xwe xist, got:
-Wey li min porkurê ! Xwelîsero, ma ne tu yê mezin bibî dîsa bibî ker…

Nas nakim
Di sala 1971ê da leşkeran li Tirkiyê dest danîbûn ser hukim û li her derê li pey kesên kurdperwer û telebeyan bûn.
Rojekê li Qoserê pûlisan girtin ser çayxana Cemîl, ew û çend xort girtin û giş bi hev ra birin hefsa Diyarbekrê. Piştî çend roj lêdan û îşkence, Cemîl derxistin mahkimê, hemberî hakim. Îdîa ew bû ku Cemîl endamê rêxistineke Maoîst e. Delîlê vê yekê jî pûlisan li qahwê resmekî Mao dîtibûn.
Hakim, rismê Mao bi alî Cemîl da kir û got:
-Bibêje ev kî ye, rismê wî li qahwa te çi digere?
Cemîl got:
-Hakim beg, min berê jî got lê ji min bawer nekirin. Bi serê bavê te ez nas nakim. Heger ji Qezê bûya minê nas bikira, lê qey yekî ji gundên Qezê ye, lema jî ez nas nakim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE