07 mars 2020

Yekîtiya Ewrûpayê dîsa devê kîsik vekir



Min berê jî çend caran nivîsî, got ewrûpî ewê teslîm bibin û çend milyarên din jî têxin bêrîka Erdogan.

Texmîna min rast derket, wa ye dîsa devê kîsik vekirine û meblaxê xûgiyê zêdekirine. Dixwazin bi bertîlkirinê, bi rişwet û xûgiyê rê li ber koçberên Erdogan li Tikriyê kom kirine bigrin.

Ji Erdogan ra ji bo şerê li Sûriyê dimeşîne, meaşê çeteyên îslamî û S-400î pere lazim e, dibê Yekîtiya Ewrûpayê şerê Erdogan fînanse bike.


Lê dawiya vî îşî nayê, mehek, du mehên ewê teşxeleyeke din derxe û hinekî din bixwaze.


Erdogan ev rezîl û bêxîretên ewrûpiyan baş nas kiriye, ew zane vana sil in, heta li ser hukim be ewê li wan biçêre, tim ji wan bixwe û di ber ra jî salê çen sed hezar zilamên xwe, merivên birçî û problem jî peyder pey bişîne...


XXX
Erdogan baş zane ewrûpî tirsonek û pir bêxîret in.

Lema jî gava dilê wî dixwaze bi gefa koçberan wan teslîm digre û her daxwaza xwe bi wan dide qebûlkirin.

Vê carê jî ewê çend milyar euro xûgiyê ji wan bigre û demakê şandinê bisekinîne. Dû ra ewê dîsa dest pê bike.

Lê ew sed milyar euro jî bidin Erdogan ew xelas nabin, piştî demekê ewê eynî tiştî bike, ewê ji Afrêkayê, Asyayê çend milyonên din bîne û bişîne ser wan. Tirk ev çend sal in eynî tiştî dikin.

XXX
Erdogan li Rûsyayê ji rojnamevanan ra gotiye, "Dema em hatin vir armanca me rawestandina şer bû. Elhemdulîlah me ev temîn kir."
Rast gotiye, ketibû feqê û cî lê pir teng bûbû.
Pûtîn rica wî bi buhakî giran be jî qebûl kir.
Lema ji kêfa difire û şikir dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE