24 mars 2020

Weleh tirk ne tu tişt in lê bûne tişt


Heta tişt neqewimin, bûyerên mezin çê nebin mistewa û qelîteya miletan û çap û cidîyeta dewletan xuya nabe.

Bûyera Vîrusa Koronayê nîşan da tirk him wek civat û him jî wek dewlet ne tu tişt in. Berê henekên xwe bi vîrusê kirin, serok û birêvebirên hukûmet û dewletê gotin ”tu vîrus nikane zora tedbîrên me girtine bibn.!

Alimên wan, merivên tirk gotin îmana wan qewî ye, vîrus mîruz nikane tiştekî bi wan bike, Xwedê di qedera meriv da çi nivîsî be ew tê serê meriv.

Nuha jî li têleke din dixin.  

Yên li Tirkiyê dijîn belkî nabînin, Tirkiyê wek dewleteke cidî dibînin. Lê ji derve da Tirkiye wek welatekî henek tê dîtin. Eynî wek Erdogan tê dîtin. Gava navê wî tê gotin ewrûpî ya murûzê xwe tirş û tahl dikin ya jî dikenin.


Bi rastî tirk ne tu tişt in, lê mêrikan li ser serê me bûne tişt, bûne xwedî dewlet û em jî ketine bin destê wan, ji wan ra bûne êsîr û kole.


XXX



Meriv xwe çawa dibîne, bi çi çavî li xwe dinêre zêde ne muhîm e, ya muhîm xelk meriv çawa dibîne. Mihemed Ronahî gotiye ez yekî "çalişkan û şîrîn" im. Herdu sifet jî ne xerab in, lê ji min bipirsiyana minê hin tiştên din bigota.
Axir hinek meriv "şîrîn" dibîne, hinek tahl dibîne, hinek jî tirş û hinek jî tûj dibîne.

XXX
Gava şert û zemîn çê dibe jîrîtî, qabîlîyet û hunermendiya însên wek gulekê, wek kulîlkekê vedibe.

Vîrusa Koronayê jî him mîzaha kurdî zengîntir kir û him jî gelek qabîlîyetên nedihatin nasîn derxistin pêş û bi me dan nasîn.
Ev şîrîna duhokî jî qabîlîyet û latîfedaneke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE