18 mars 2020

Vîrusek dinyayê tehdît dike


Di tarîxê da ev cara pêşî ye însan rûbirûyê dijminekî ne xuya ne, dijminekî dinyayê gişî tehdît dike, lê kes nikane pê. 

Tank, top, balafir, fuze û hemû sîlehên di destê dewletan da yek jî pere nake; vî dijminê ne xuya sîleh û teknîkên di destê însan da hene giş pûç kirin, yek jî nikane şerê vî dijminê ne xuya, vîrusa koronayê bike.

Însan ji tirsa vîrus ewê di wan bigere qutifî ne, wek kûsiyan xwe kişandina qalikên xwe û pir bêçare xuya dikin.

Ev bêçaretiya însên aboriya dinyayê têk dibe, dibe felaketeke heta nuha nehatiye dîtin.
Bêguman zû dereng însa ewê zora vî dijminî jî bibin. Lê dîsa jî dinya ewê ne dinyaya berî vîrusa koronayê be, gelek tişt ewê werin guhertin. Rewşa sibe ewê ji ya îro gelkî xerabtir be.


XXX
Yek çûbû tîmarxaneyê ziyareta nexweşekî xwe.
Bi meraqdarî ji tuxtor pirsî:
-Hûn însanan li gorî çi li vê nexweşxaneyê didin razan? Hûn çawa zanin yek nexweş e, ya ne nexweş e?
Tuxtor got:
-Em curnê serşokê(kuwetê)tije av dikin. Dû ra jî em sê tiştan, kevçiyekî, fîncanekê û satilekê didin dest. Û em jê ra dibêjin tu yê vî curnî çawa vala bikî?
Mêrik dibêje:
- Haaa, min fêm kir! Merivekî normal helbet ewê satilê hilbijêre. Çimkî satil ji kevçî û ji fîncanê mezintir e.
Tuxtor dibêje:
-Na, merivekî normal ewê devika(tapaya)curn derxe û avê vala bike.
Marîfet, biaqilî ew e meriv bikanibe çareseriyên derî reçeteyên hazir yên pêşkêşî me kirine bibîne.

XXX
Însan her ku zana û biaqil dibe, her ku tiştên nuh, tiştên nizanîbû fêr dibe, derdê wî jî zêde û kulên dilê wî girantir dibe.
Biaqilî, zanîn ji dêlî rehetiyê bide meriv, tew di ser da barê meriv girantir, derd û xemên meriv jî zêdetir dike.
Qey ji bo wê ye serê merivê bîrewer, biaqil, zana tu carî ji belayê xelas nabe, tim û daîm di teq û reqê da ye. Meriv dibe Eloyê Xumxur, nikanibe tiştekî bike jî pê diqehere. Çimî zulmê, neheqê, çavsoriya dijmin dibîne û di dilê xwe da his dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE