30 mars 2020

Trajediya jiyanê


Yek pir kal bûbû, êdî kar û bar jê nedihat, ne sax bû, ne jî mirî bû. Lawekî wî yê bêxêr hebû. Lawik rojekê ji bavê xwe aciz bû, girt ew xist sepetekê û bir danî serê çiyayekî, ji bo gur û keftar bixwin.

Wexta lêwik ew danî erdê û zîvirî here mala xwe, bavê ban kirê, gotê:

-Lawê min, tu diherî lê te sepeta xwe ji bîr kir. Were sepeta xwe hilde bibe mal, rojekê ewê ji te ra lazim bibe.


Lêwik got:

-Bavo, ma sepetê ji çi ra lazim be?

Bavê got:

-Ewê lazim bibe, li vir nehêle. Dema tu kal bû, lawê te jî ewê te pê bîne deyne vira.

Bêxwediya Vîrusa Koronayê kal û pîr li civatê, li zarok û neviyên wan kirin bar. 

Li nexweşxaneyan jiyana xortan di ser ya kal û pîran ra digrin, ji kalan bêtir giraniyê, girîngiyê didin xelaskirina xortan,  kesên zêde ne kal û pîr.

Dinya jî, tib jî piştî nuxteyekê zalim dibe, dixwaze ji zeîfan xelas bibe. Belkî jî ne neheq in, dibê tercîhek were kirin.

Li Îtalyayê û Îspanyayê kal û pîr neman, li her weletekî rojê li dora hezar îxtiyarî dimrin. Yanî qira kal û pîran hatiye.

XXX
Di van rojên xerab da haya meriv ji hev be baş e, dibê meriv telefonî hev bike, bi e-mail û mesajan li halê hev bipirse. Hey em nikanin herin malên hev, lê qe nebe bi vî hawî ji hev haydar bin.

Wekî din jî meriv alîkariya madî û manewî bi kesên motaj texsîr neke baş e. Yanî çi destê meriv tê dibê meriv di van rojan da bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE