27 mars 2020

Tobe



Mele roja îniyê li mizgeftê waz dida û qala xerabiya araqîyê û vexwarina alkolê dikir.

Yekî araqvexwur jî wê rojê di nav cimatê da bû. Dema dît mele pir dirêj dike, bîna wî teng bû, hêzî ser xwe kir û ji nav cimatê rabû.
Gava sola xwe kir pê, şûşa şerabê ya di bin çeng da got şerq û li redê ket û bîna şerabê defiya. 

Cimat matmayî ma, her kesî berê xwe pê da kir. Bala xwe dayê êdî bi veşartin nayê, lema jî got:


-A va ye we jî bi çavên serê xwe dît ku min ev jahra avêt û ez jê xelas bûm. Heger bi we hinekan hebe, tam wexta wê ye, hûn jî bavêjin û tobe bikin!
Min zanîbû
Şufêr gava xwest wîtêzê biguherîne û bêtir suretê bide cîbê, şîşa wîtêzê ji cî derket. Pîra Tozan gava dît şîşa wîtîzê ji cî derket, li şufêr rabû û got:
-Min zanîbû ewê wiha bibe. Ji vêsê da ye te bela xwe tê da ye, xirt û xirt, xirt û xirt, tu ge vir da tînî, ge wê da dibî. Pola be jî ewê bişkê !

Heyraniya rengê hişin
Xort bi rê da rastî dîlbereka porzer, kirashişin, pir bedew hat. Av ji devê xort çû. Ji keçikê ra got:
-Ez bi dorê bûmê, dema ez hişin dibînim ez har û dîn dibim!
Keçikê got:
-Wê çaxê ji diya xwe ra bibêje bira bibe te li mêrgekê qeyd bike.


Agahdarî
Rojekê du swêdiyên her sibe rojname belav dikirin biryar dan wê rojê ji ber baran bû nexebitin, li mal bimînin.
Yek, bêyî ku ji hevalê xwe ra tiştekî bibêje derket der û gelkî dereng vegeriya. Dema vegeriya hevalê wî jê pirsî:
-Ma tu bi ku da çû yî?
-Min çû abone agahdar kirin û ji wan ra got îro ewê rojname neyê belavkirin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE