04 mars 2020

Tiştê herî pir min kêfxweş û xemgîn dike


Li vê dunyayê tiştê herî pir min kêfxweş dike gava ez dibînim jin bi kurdî dinivîsin û bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin. Û tiştê herî pir min xemgîn dike jî gava dibînim dayikek bi gedê xwe ra bi tirkî dipeyive.
 
Di medyaya sosyal da dema ez twîtt û nivîsên jinên kurd dibînib ji kêfxweşiyê dilê min germ dibe, dixwazim halanê di wan hildim û li çepikan xim.


Bi baweriya min heger jin, dayik bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin kurdî ji mirinê xelas nabe. Şansê mayina kurdî girêdayî axaftina jinan ya bi kurdî ye.

Heger jin bi kurdî nepeyivin, nenivîsin kurdî mahkûmî mirinê ye. Lema jî ez qedir pir didim jinên bi kurdî dinivîsin.

Vahdettin Yolcu: Geleqi raste o dest hestê te saxbe o tü her hebi

Rîh Sorê Mêrdînê: Min tene xwast ez bejim " Ez ji ". Û wexte keç û xorte Kurda ez dibinim dixwazin Kurdî ya xwe bi peş de bibin behtir ez bextewar dibim.

Zinarê Xamo: Pir baş e, hûn çiqasî pir bin bêtir kêfa min tê. Meriv ne bi zimanekî biyanî, bi kurdî ji hev hez bike, bi kurdî ji evîndarê xwe ra bibêje "lo dilo", "lê sebrê" çiqasî xweş e ! Bi tu zimanekî din meriv nikane vê henûniyê, vê evînê bide der, ev tenê mexsûsî kurdî ye...

Serdem Kahraman: Dê zarokek perwerde dike, zarokek jî netewek perwerde dike.. Hişmendî û perwerdehiya jinan a ku li ser zimên tesîra xwe dide ser civakê tev, ji ber vê yekê jî rola herî mezin ji jinê re dikeve. Malî ava bo van gotinan, te ez dilşad kirim

Zinarê Xamo: Serdem xanim wele min min ya dilê xwe got û bi ya min rastî jî ev e. Xwedê kir li van deran çend hebên wek te hene, ya na bîna min ewê pir teng bibûya. Hebûna yên wek te hêviyê û moral dide min.

Serdem Kahraman: Ez zû de ye te nas dikim, 5/6 sal berê li ser facebookê jî min tu dişopand. Carna li wir jî min şîroveyan di bin parvekirinên te de dikirin, kêfa te ew çax jî ji min re dihat

Zinarê Xamo: Nayê bîra minh, lê hafiza te xurt e, wa ye tê bîra te. Ez her tim qedir didim kesê bi kurdî dinivîsin, lê ciyê jinan di dilê min da gelkî xusîsî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE