16 mars 2020

Tirsa ji xelayê însan çavbirçî kirine



Şert û mercên jiyanê însan diguherîne, şikil dide şexsîyet û qerekterê însên. Hebûn, refah însên çavfire, comert, nazik, kibar dike. Tunebûn jî însên çavbirçî dikem dike wek gurê har.

Tirsa belavbûna vîrusê însan pir çavbirçî kiriye. Di dikan û markêtan da însan hin tiştên xwarinê, bi taybetî jî meqarne, ard, konserve û kaxetên tuwaletê ji destê hev direvînin.
Her refa tê dagirtin, di nava çend deqîqeyan da talan dibe. Bi însên ra kibarî, nazikî kêm bûye, her kes çavbirçî bûye, 
centilmenî nemaye.

Nexweşiyek çawa kane tesîreke hewqasî mezin li aboriya dinyayê û psîkolojiya însên bike meriv matmayî dimîne.

Min jî îro çû pakêtek kaxetê tuwaletê kirî. Ji destpêka kirîzê da ye em nuh pakêtekê dikirin. Pakêtek 18 hebin. Lê li mal jî hinek heye. 
Yanî baş xerab me jî li hemberî xelayê tedbîra xwe girt…

Lê kaxet tunebe jî em tecrûbeya me ya kurdî heye, emê rahîjin misînê xwe û bi avê xwe paqij bikin...

XXX
Tarîxa me ya siyasî, netewî him tarîxa gernas û egîdan e, him jî ya xayinan.

Gernas, egîd û leheng tên nas kirin, hindik be jî li ser wan hatiye nivîsîn.

Lê belê xayin nayên naskirin, li ser tarîxa xayinên me nehatiye nivîsîn. Gerek xayin jî bi qasî gernas û egîdan werin naskirin, dibê tarîxa îxanetê û xayinan jî were nivîsîn.


XXX
Meriv hevalê xwe yê qels û saxlem, baş û xerab ne di firehiyê da, di şertên giran û di rojên xerab da nas dike. Ev, ji bo miletan û dewletan jî wiha ye.

Me kurdan di van 8-9 salên dawî da dost û dijminên xwe baştir ji hev gerandin. Ya jî wan xwe baştir nîşan dan.
Ev jî ne tiştekî hindik e.
                                                                    


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE