03 mars 2020

Tirs û xofa dilê tirkan çêbûna "Bakurê Sûrîyê" ye


Heta nuha Erdogan çend caran gotiye li Îraqê şaşiya wan a herî mezin wan hîşt ”Bakurê Îraqê ” çê bibe, dibê nehîştana. 

Lê ewê nehêlin li Sûriyê jî ”Bakurê Sûriyê” çê bibe.

Yanî li gorî Erdogan dibê Tirkiyê nehîşta li Îraqê Kurdistana Federe çê bibûya, ji ber ku hîştin şaşiyeke pir mezin kirin.

Feqet li Sûriyê ewê vê şaşiya xwe dubare nekin û bedelê wê çi be jî ewê tu carî nehêlin kurd li Sûriyê jî bibin xwedî maf û ”Bakurê Sûriyê” jî çê bibe...

Bi kurtî sebebê macara Erdogan a Sûriyê ev e; ewê nehêle ”Bakurê Sûriyê” çê bibe, ewê nehêle kurdên Sûriyê jî wek yên Îraqê bibin xwedî mafên netewî. 


Sebebê neyartiya tirkan bi PYDê ra ev e, dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî statuyeke netewî.

Erdogan ji bo ku nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî maf, ji bo ku ”Bakurê Sûriyê” çê nebe, pişta xwe bi NATOyê û bi Amewrîkayê da kir, NATO û Amerîka bêminet kir û çû bû hevalê Rûsyayê, ji Rûsyayê S-400 kirî. 

Nuha li Idlibê nabêna wî bi Pûtîn ra xera bûye, dîsa paş da baz da ba Amarîkayê, NATOyê, ji wan alîkarî xwest.

Lê gava NATO û Amsrîkayê piştgirî nedan, çû dîsa xwe avêt bextê Pûtîn, xwest pê ra birr û bazareke din bike. Di 5ê mehê da reîs dîsa rêwiyê Moskowayê ye. Lê vê carê destvala, bê sîleh û hustuxwar diçe.

Hewqas teqlebazî, ev çûn hatin giş ji bo ku ”Bakurê Sûriyê” çê nebe, yanî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û statuyeke siyasî ye.

Hela em binêrin ev neyartiya Erdogan a bi kurdan ra ewê çi bîne serê wî, wî bi ku ve derxe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE