23 mars 2020

Tirkan tu carî nexwestine bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê


Tirkiyê di sala 1959a da daxwaza endametiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê kir. Ev 61 sal e Tirkiye di bin navê endametiyê da Yekîtiya Ewrûpayê dixapîne û jê pera dixwe.

Di asasê xwe da tirkan tu carî ji dil nexwesitine bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê, tu carî fikir û daxwazeke wan a wiha çênebûye.


Lê ji bo ku nehêlin welatên Ewrûpa û Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya kurdan bikin, destegê bibin partiyên kurd yên siyasî bi derewan, ji bo xapandinê miracaetî endametiyê kirin û dû ra jî merhele bi zanetî dirêj kirin.  

Bi xêra vê taktîka berendametiyê him bi milyaran euro ji Yekîtiya Ewrûpayê girtin, pê karên xwe meşandin, him jî rê li ber piştgriya kurdan girtin, nehîştin Yekîtiya Ewrûpayê û dewleteke ewrûpî alîkariyeke siyasî û dîplomatîk bi kurdan ra bike.

Yanî meriv kane bibêje di vî warî da tirkan siyaseteke pir serketî û zîrekane meşandin. Bi vê siyaseta xwe ya biaqil him bi ewrûpiyan lîstin, pêşek pere ji wan girtin, him jî pişt li kurdan şikandin, nehîştin Yekîtiya Ewrûpayê destegeke cidî bide kurdan.

XXX
Şeref cewhereke nexuya ye. Lê di piraktîkê da, di emel da meriv dibîne kî bi şeref e, kî bêşeref e.
Dijminên me her roj îspat dikin merivên pir bêşeref in. Ji ber ku dewleta meriv heye, lema jî bi yekî kane, her roj pê li serê miletekî bike, zulmê lê bike bêşerefî ye, namerdî ye.

XXX
Dewleta tirkan dest danîye ser 5 belediyên HDPê yên jî. Qeyûm danîne ser belediya Licê, Farqînê, Erxeniyê, Amedê û Batmanê.
Mêrikan welatê me ji me girtine, ma belediyan ji me ra dihêlin?
Li dinyayê qiyamet rabûye, Ewrûpa ketiye qerentînayê, tirk qeyûman didin ser belediyên kurdan. Tirk dijminên pir xedar in, xwîna me jî vexwin dilê wan rehet nabe. Gerek em vé rastiyé baş bizanibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE