15 mars 2020

Sûc


Meleyê gund da ber gundiyan û hemû bi hev ra çûn dua baranê. Bi rê da dema di ber erdê xwe ra derbas bû, darê xwe di kêleka erd da çikand û got:

-A ev erd jî yê min e.

Piştî duayê, hîn bi rê da bûn bareneke wer dayê, aşît rabû, hemû erd di bin avê da man.

Mele di vegerê da dema dît ku tu tiştek di erdê wî da nemaye, hemû zad di ber avê çûye, kesereke kûr kişand û di ber xw da got:


-Sûcê min e ku min erdê xwe rê te da!

Heywan
Mêrik ji hevalê xwe ra gotibû “heywan” û ji bo vê gotina giran jî li hev xistibûn û ketibûn mahkimê. Hakim jê pirsî, got:
-Te çima li vî camêrî heqaret kiriye, jê ra gotiye heywan?
Mêrik got:
-Gotina heywan ne heqaret e.
Hakim qeherî, got:
-Çawa ne heqaret e?
-Ne heqaret e ji ber ku dema meriv kone be, meriv rûvî ye. Heger meriv hinekî din jî bi pêş da here, meriv gur e. Meriv bi xof û cesûr be, meriv şêr e. Meriv feqîr û milahîm be, meriv berx e. Meriv tirsonek be, meriv kêrgu ye. Meriv bi rik û bi girr be, meriv bizin e. Meriv dengxweş be, meriv şalûl û bilbil e…
Yanaî meriv çi be jî, tim dişibe heywanekî, tu carî nikane ji heywantiyê rizgar bibe!

Şikir
Yekî parsek destê xwe li ber miftîyê Farqînê Mahmûd Uyanik vekir û jê sedeqeyek xwest. Miftî çend quriş xist mistê. Parsek gelek kêfxweş bû dest pê kir gelek rahmet li dê û bavê Miftî anîn û dû ra jî destê xwe yê rastê bir ruyê xwe û got:
-Şikir ji te ra Xwedayê erş û asîman!
Miftî got:
-Kuro ehmeq tu çima şikir dikî?
Yê parsek matmayî got:
-Seyda, ma çima ezê şikir nekim, elhemdulîla Xwedê teala çav daye min, nig daye min, dest daye min, guh daye min, ma hîn ezê çi jê bixwazim?
Miftî keniya û got:
-Kuro Xwedê kîrek daye kerê hirinek e, yê te bi qasî bilikê pisikê ye, çavek daye kerê wek yên xezalan e, yên te wek pinda mirîşkê ne, guhek daye kerê wek mastêrkê ye, yên te bi qasî kerikek hejîr biçûk e. Ev jî têrê nake, di ser da tu kiriye parsek jî. De îcar şikiriya te ji bo çi ye, min ew fêm nekir?

Pêşmal
Rojekê yekî kurd diçe himamê, ji dêlî pêşmalê, rojnameyeke tirkî li dor nava xwe digerîne û dikve hundur. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, jê ra dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn zanin medyaya tirk her tiştî mezin dike. Min got belkî mêrikê min jî hinekî mezin bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE