01 mars 2020

Sebebê vê çavsoriya tirkan tirsonekiya ewrûpiyan e


Tirk bi şerûdî û bêariya xwe li vê herêmê bi cî bûn, xelk ji erdên wan derxistin û bûn xwedî welat.

Îro jî vî pîşikê xwe şerûd û bêar didomînin û di xwezin li Sûriyê hinek erdên din bigrin û ewrûpiyan li xûgiyê(ceracê) girê bidin.

Tiştê tirk bi koçberan li ser sînorên Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê dikin terorîzm e, sûc e, bi darê zorê dagirkirina welatên xelkê ye.


Lê ewrûpî newêrin viya ji tirkan ra bibêjin, newêrin Erdogan bêtir biazirînin; ji dêlî wê ve li ber Erdogan digerin, xwe neheq dibînin, hesabê lihevparkirina zorbayên tirkan bi zorê xistine welatên wan dikin.

Tirkan ewrûpî baş nas kirine, zanin ewrûpî tirsonek û pir bêxîret in, meriv kane welatên wan jî ji wan bistîne. Di vî warî da tirk xwedî tecrûbe ne.

Erdogan ewê xwe li ewrûpiyan hîn pir biboqîne. Bira bike, van tirsonek û bêxîretan heq kirine.

Kanin tiliya xwe li çavên tirkan xin lê ji ber ku tirsonek û bêxîret in nakin. Ev yek ewê li ser ewrûpiyan pir buha mal bibe, tirk ewê wan bike manga bi ga...

XXX
Tirkiye ji bo ku kurdekî bide kuştin bi hezaran leşkerên xwe bi çiya û baniyan dixîne, bi milyaran serf dike.

Belkî ji sedî 99ê tirkan gava dibihîzin pûlisên wan, leşkerên wan kurdek kuşûtine ji kêfan difirin, pir dilşa dibin.

Lê hin kurd, hin siyasetmedarên kurd bi kuştina leşkerên tirk li Sûriyê pir xemgîn dibin û ji zindanê mesajên sersaxiyê belav dikin.

Yekî hewqasî neyarê min be, hewqasî li kuştina min bigere, bi mirin û kuştina min kêfxweş û dilşa bibe, ez jî li ber kuştina wî nakevim, jê ra serxweşiyê naxwazim.

Heger ez bikim mîxekî min kêm e, ez merivekî zeîf im, newêrek im, xwe û dijminê xwe nas nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE