11 mars 2020

Saw û xofa koronavîrusê gihîşt min jî



Heta nuha min yek gotin jî li ser "koronavîrûsê" nekiriye. Ev cara pêşî ye wz qalê dikim.

Pispor, her kes qal dikin, li ser tahlûkeya vê bêxwediyê dipeyivin, lê heta nuha min qet guh nedidayê.


Feqet hêdî hêdî saw û xofek berbî min ve jî tê, wek kalekî bere bere sawek min jî digire.


Çimkî dibêjin ev vîrûs ji xortan bêtir, îşê kalên wek min temam dike. Ji xwe li vê dinyayê nexweşî hemû bela xwe di kal û pîran didin. Lê ev bêxwedî tam neyara me ye.

Lema jî tirs û sawa min bêtir di cî da ye...

Bîstek din ez û xanim emê herin ezexanê, çi lazim be emê bikirin.


XXX
Hinek kes ji hin rexneyên min gazinan dikin. Ezê li vir tiştekî zelal bikim.

Pîvana min a hezkirin û nehezkirinê, dostî û dijminatiyê.

Ji ber fikir û îdeolojiyê ez ne li dijî, ne dost û dijminê tu kesî, tu partiyê me.

Ji bo min ya muhîm kurdayetî ye, nasyonalîzim e. Gava yek kurdperwer, nasyonalîst be, azadî û serxwebûna kurdan biparêze, qebûl bike, fikrê wî, îdeolojiya wî, partiya pê ra ji bo min ne muhîm e, kêfa min jê ra tê.

Yanî tiştê ez li dij im û tu carî pê ra li hev nakim hevalbebdiya dijmin e, dijayetiya azadiya kurdan û kurdayetiyê ye.

XXX


Bîstek din ez û xanim emê herin ezexanê, hin tiştan bikirin.

XXX

Ne li hember dijmin, ne li hemberî xayinên bûne hevalên dijmin, lê kurdên miletperwer û ji fikrên cihê li hemberî hev çiqasî bînfireh bin baş e, li kara me ye.

Kes bi zorê, bi gotina tahl nayê ser fikrê meriv, nabe dost û hevalê meriv. Zimanê şîrîn mar ji qulê derdixe.

XXX
Erdogan li hemberî "vîrusa korona" garantî daye, gotiye: "Tu vîrusek ji tedbîrên me girtine ne xurttir e."
Merivekî biaqil gotineke wiha nake. Lê belê gotineke tam li layiqî wî ye, gerek Erdogan wiha bibêje.
Heta nuha digotin li Tirkiyê tuneye. Çend rojên din ewê bibin bi sedan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE