04 mars 2020

Rûs bi gur ra dixwun bi xwedî ra digrîn



Berdevkekî Rûsyayê bi navê Oleg Zhuravlev gotiye, ”Tirkiyê, tirkmen li herêmên kurd jê derketine bi cî kirine.”


Rûsan Efrîn, Girê Sipî, Serêkaniyê firotin Tirkiyê û nuha jî dibêjin efendim Tirkiyê tirkmen di cî û warên kurd jê derketine, di malên kurdan da bi cî kirine. 


Fena ku heta nuha nizanîbûne tirk wiha dikin, fena ku nuh bi vê hesiyane.

Însan ancax hewqasî bêexlaq dibe.


Rûsyayê Efrîn firot Tirkiyê ji bo ku kurdan ji Efrînê derxin û tirkmenan û malbatên çeteyên îslamî tê da bi cî bikin.

Rûsyayê ji destpêkê ev zanîbû û ev yek bi dilê rûsan bû.

Heger ne bi dilê rûsan bûya nedihîştin Tirkiye li Efrînê, li Girê Sipî û li Serêkaniyê alên tirk hildin û van bajaran bikin bajarên Tirkiyê.

Tirkiyê heta nuha li rojavayê Kurdistanê çi kiriye bi destûra Rûsyayê kiriye, tirkan tu tiştek bêyî destûra Rûsyayê nekiriye.

Tu wextê, di tu haletî da tirsonekî, teslîmîyet ne baş e; desthilanîn, liberxwedan tim baş e û fereca xêrê ye.

Heger ewrûpî teslîmî şantaja Erdogan ya koçeran bibin çû ji wan da. Ewrûpî sê milyon koçberên asyayî, afrîqî bigrin jî piştî mehekê, ewê sê milyonên din bişînin ser wan.

Ewrûpa, ereb û mahcirên li Tirkiyê hemûyan jî bigre ev mesel çareser nabe, tirk piştî demekê ewê çend milyonên din rêke ser wan. Çimkî hedefa Erdogan û îslamîstan bi vê riyê dagirkirina Ewrûpayê ye. Erdogan û îslamîst yê yekê wek şerekî li dijî kafiran dibînin.

XXX
Ji bo ku tirk li Sûriyê dagirker in û di mesela koçberan da jî neheq in, loma jî tim hîlebaziyê dikin, her carê derewekê li hev radigirin, rojê sanaryoyeke nuh dixin sahnê.
Lê derewên wan êdî pere nake, di destê wan da tenê şantaj û zor meye.

XXX
Gelek kes li hemberî teqlebaziya Erdogan matmayî dimînin, dibêjin meriv çawa kane hewqasî bêîstkrar û fêlbaz be?
Rojekê birayê Pûtîn e, roja din dijminê wî ye…
Merivê fêlbaz tu carî bi xapandina yekî nayê serî, çimkî fêlbazî qerektereke. Yê carê yek xapand ewê yekî din jî bixapîne.
Ma yê virek bi virekê tenê qîma xwe tîne?
XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE