26 mars 2020

Ruh şîrîn e


Heta du hefte berê jî min û xanimê hema hema her roj riya xwe bi marketeka nêzî mala me dixist û tiştek dikirî. 

Li der û dora herêma me çend markêtên bi çûk û mezin hene, em diçûnê, me tişt ji ser dikirî.

Lê ev deh roj in nigê me bi markêtekê nebûye, ji me ra çi lazim be lawikê me yê biçûk diçe dikire.


Ruh şîrîn e, êdî ez û xanim jî baş li xwe miqatene, em naçin dikanan û û bajêr. Çimkî em herdu jî di qada tahlûke da ne. Alim wer dibêjin, dibêjin korona zêdetir bela xwe di kal û pîran dide.

Ez jî tam di demeke pir xerab da kal bûm, dema fermana kal û pîran rabûye.

Ez û xanim her roj li dora gol û daristana nêzî mala me li dora du saetan digerin û tên malika xwe.
 
Do em tam 9,9 km, du saet û 14 deqîqeyan meşiyan. Kes xwe nêzî hev nake, bi rê da her kes xwe dide alî, ya jî riya xwe dadigerîne. Yanî temas û têkiliya me bi kesên xerîb ra çê nabe, pir hindik me jî xwe îzole kiriye.

Lê axir heta nuha em saxlem in, hîn tu koronayê bela xwe di me nedaye. Hêvî dikim ji berbî me neyê û em silametî ji vê belayê xelas bibin.

XXX
Li Swêd rewş roj bi roj xerabtir dibe...
Li gorî rojname diniîvisin, do li Stockholmê di nava 24 saetê dawî da 18 kes ji covîd-19ê mirin.

Ev cara pêşî ye li Swêd û him jî li Stockholmê tenê di roj û şevekê da hewqas kes dimrin. Jimara kesên heta nuha li Stockholmê bi vîrusu koronayê mirine derket 37a û li tevahiya Swêd 62 kesan.

Berpirsiyar rewşê wek destpêka felaketeke mezin dibînin.

Li her bajarê Swêd kurd dijîn, lê herî bêtir li Stockholmê nufûsa kurdan zêde ye.

Li Swêd heta nuha kurdekî welatparêz(Yaşar Oner)bi nexweşiya koronayê ket û wefat kir. Di nava miriyên îro da kurd hene yan na hîn nayê zanîn.
Rewş pir cidî ye….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE