12 mars 2020

Pîvana min a dost û dijmin


Hinek kes ji hin rexneyên min gazinan dikin. Ezê li vir tiştekî zelal bikim.

Pîvana min a hezkirin û nehezkirinê, ya dostî û dijminatiyê.

Ji ber fikir û îdeolojiyê ez ne li dijî, ne dost û dijminê tu kesî, tu partiyê me.

Ji bo min ya muhîm kurdayetî ye, nasyonalîzim e. Gava yek kurdperwer, nasyonalîst be, azadî û serxwebûna kurdan biparêze, qebûl bike, fikrê wî, îdeolojiya wî, partiya pê ra ji bo min ne muhîm e, kêfa min jê ra tê.

Yanî tiştê ez li dij im û tu carî pê ra li hev nakim hevalbebdiya dijmin e, dijayetiya azadiya kurdan û kurdayetiyê ye.

XXX

Ne li hember dijmin, ne li hemberî xayinên bûne hevalên dijmin, lê kurdên miletperwer û ji fikrên cihê li hemberî hev çiqasî bînfireh bin baş e, li kara me ye.
Kes bi zorê, bi gotina tahl nayê ser fikrê meriv, nabe dost û hevalê meriv. Zimanê şîrîn mar ji qulê derdixe.

XXX
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir, derketina Vîrusa Koronoyê kiriye hustuyê Trump û gotiye ”Ey Trump, Vîrusa Korona te belav kir. Çimkî bi piranî di raqib û mixalifên te geriyaye.”
Dema Xwedê aqil li însanan belav kir ereb negihîştin ser, para wan hindik ket. Lema jî hewqasî totikvala ne.

XXX

Erdogan li hemberî "vîrusa korona" garantî daye, gotiye: "Tu vîrusek ji tedbîrên me girtine ne xurttir e."
Merivekî biaqil gotineke wiha nake. Lê belê gotineke tam li layiqî wî ye, gerek Erdogan wiha bibêje.
Heta nuha digotin li Tirkiyê tuneye. Çend rojên din ewê bibin bi sedan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE