07 mars 2020

Pir ajot lê dawî xweş qediya...


Şikir ji Xwedê ra, piştî liberxwedaneke du rojan û bi xêra zimanê swêdî min gelşa parvekirinê çareser kir. 

Heger min zimanê facebookê nekira swêdî îşê min xerab bû, weleh ez heft rojên din jî pê da biketama min dîsa jî gelşa pervekirinê serrast nedikir.

Heta do jî min nizanîbû kes nikane nivîsên min ê Facebookê parve bike. 

Ji bo ku li ba min bişkoka parvekirinê xuya dikir, min digot belkî li ba hevalên min jî xuya dike.
 
Lê ne wisa bûye.

Ji do da ye ez pê da ketime rast nedibû. 

Ji bo ku zimanê facebooka min bi kurmancî bû min jê baş fam nedikir çi dibêje. 

Min kîjan eyar diguhert nedibû. 

Çimkî navên wisa li hin eyar û guhertinan kirine bi Xwedê min fam nedikir tê çi maneyê.
Dawiya dawî, min ziman kir swêdî û gelş çareser kir. 

Ne xêra zimanê swêdî bûya min nikanîbû gelşa parvekirinê çareser bikira.

Xwedê kir ez hinekî bi swêdî zanim. 

Min nedikir tirkî, çimkî ez li dijî tirkî me. Min facebooka xwe bigirta jî min zimanê wê nedikir tirkî. 

Pir ajot, ez pir pê da ketim, ez pir westiyam, lê dawî xweş qediya...

Dibê redaktorên facebookê kurmanciya eyaran hêsan bikin, ji bo ku însan jê fêm bikin.  Ya jî bi îngilîzî jî binivîse.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE