07 mars 2020

Peyva şîrîn kêfa her kesî tîne


Wê rojê di min got "Li vê dunyayê tiştê herî pir min kêfxweş dike gava ez dibînim jin bi kurdî dinivîsin û bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin."

Ev twîta min a min hinekî pesnê xanim û xatûnan daye pir hatiye ecibandin,tam 3718 caran hatiye xwendin. Kêfa xelkê ji pesnan ra tê.

Hêvî dikim jinên bi kurdî dinivîsin zêde bibin. Hûn çiqasî pir bibin û bi kurdî binivîsin, ezê jî hewqasî pesnê we bidim. Ji we nivîs, ji min jî pesindan û halan.


Xanimno, fermo meydan ya we ye, twîttên xwe bi kurdî binivîsin, dev ji tirkî berdin. Twîttên bi tirkî malwêranî ye.

XXX
Gava em qala Kurdistaneke serbixwe dikin her kes ji me ra dibêje, "ev ne daxwazeke realîst e, guhertina sînorên welatan zor e, kes viya qebûl nake."

Lê tirkan sînorên Sûriyê û Îraqê tarûmar kirin, li herdu welatan jî erd, gund û bajar dagir kirin, ala xwe hildan, qereqolên xwe çê kirin.

Heta nuha min nedîtiye kesî ji tirkan ra gotibe nabe hûn sûnorên welatan biguherin, welatan dagir bikn.

Gava hêza meriv hebe meriv kane sînoran jî biguhere û welatan jî dagir bike.
Wa ye tirkan kir bû...

 XXX
Şîrketeke Rûsyayê li Sûriyê di nava kurdan da li ser avabûna dewleteke kurd ankêtekê çê dike. Pirs, hûn dewleteke kurd, yanî Kurdistaneke serbixwe dixwazin ya na?

Tirkan li hemberî vê anketê serferberlig îlan kirine, bi hezaran tirk wek ereb dikevin malperê û dibêjin ”NA”, em dewleteke kurd naxwazin.

Anket ne li Tikriyê ye, ne di nava kurdên bakur da ye, lê dîsa jî agir ketiya qûna tirkan.

Li vê dunyayê ji tirkan bêtir kes neyarê me tuneye, dibê em kurd vî neyarê xwe yê har û devbixwîn baş nas bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE