27 mars 2020

Mirin tahl e

Keyo Cegerxwîn


Heyf û mixabin, vîrusa koronayê do lawê seydayê Cegerxwîn ê mezin Keyo Cegexwîn ji nava me bir.

Bi vê xebera reş û wefata ji nişka ve ez pir xemgîn bûm. Bira serê malbatê û hezkiriyên wê sax be. Xwedê sebrê bide zarok û malbata wî.
Gorra wî behişt be.

Her kes zane mirin heye û rojekê ewê dor were wî, wê û dost û hevalên wî jî.
Lê dîsa jî mirina hevalê meriv, dostê meriv bi meriv pir zor û giran tê, meriv nikane qebûl bike.

Mirn kînga were jî tahl e, ne xweş e, meriv dilteng dike.
Mirina Keyo Cegerxwîn bi nexweşiya koronayê ez gelkî êşandim, xemgîn kirim.
Min nebihîstibû nexweş e.


Ji xew şiyar bûm,
qêrîn û halan
Gurmîn û nalîn,
kuştin û talan
Min go: çi bûye, çi ye ev bazdan?
Dengek hate min, dengê perîşan
Dijmin, dijmin..
Dijmin kete Kurdistan...
///Cegerxwîn

 XXX
Di tarîxa dinyayê, miletan û şexsan da hin sal û rojên bêyom, qebîh hene. Rojên reş in, dil û hinav li meriv tînin xwar, meriv pir xemgîn dikin. Di wan rojan da meriv ken û dilşadiyê ji bîr dike.
Nebxêra sala du bîstan(2020)jî yek ji van salên bêyom û qebîh e. Wek konekî reş girtiye ser seranserê dinyayê.
Tu carî, di tu tarîxê da nexweşiyekê bi vê mezinahiyê dinya nedaye ber xwe û însan jî tu carî ji ber nexweşiyekê hewqasî bêçare nemane.
Min nedixwest dîsa qala vê nexweşiya pîs bikim, lê mijara dinyayê ya sereke ev e, emê mirinan çawa kêm bikin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE