11 mars 2020

Min got îro şîrîn bixwim û şîrîn bipeyivim



Min nuha ji xanimê ra ev helawiya penêr çê kir. Bira nuha hûn li vir bûna û we tahm bikira, we yê bidîta bê min çi helawî çê kiriye !

Min bi hûrik û bi penêrê Mozzerella çê kir, bi navê Xwedê bûye loqim.


Kutbettin Alis Ma di nabêna me de 10 deqîqe jî tuneye

Zinarê Xamo Hema kerem bikin ...

Mihemed Ronahi Ez her cara apê xwe dibînim ez dibêm nehlet were li extiyariyê.

Zinarê Xamo Mihemed beg, xwezî extiyarên kurd giş wek min jêhatî bûna. Ji te nayê tu ji min didexise.
Ez ji kar û xuliqandina tiştekî hez dikim, ez ne mêrê xwarinê û ser sifra hazir im....


Adam Liberty Ka ji kerema xwe re ji me re bêje bê te çawa çêkir, te çi xistê?

Zinarê Xamo Ew tiştekî sirî ye, ez nabêjim...:))

Adam Liberty Zinarê Xamo Ê de başe noşîcan be.

Xiyas Hisên Noşî canê we be

Ahmet Kurt Nuşi canbe seyda

Kaniya Dapire Destên te ne êşin, mamoste, noşîcan be.

Kerim Koşar Wisa xuyaye te ji bo virusé tedbîr û éşbira xwe dîtî ye

Kadri Özkan Te ev helawi bi ard çê kirîye.Ez ji bi (hûrik) îrmikê çê dikim.Noşîcan be.Lê bi hevra bihata xwarin wê hê xweş û şêrîn biba.

Zinarê Xamo Ne ard e, min bi hûrik çê kiriye. Bi almanî dibêjin "Grieß."
Înşela rojekê emê bi hev ra bixwin .

Kamil Sümbül Navê ve çiye? Li Çermuk bejin SELMİYE:

Zinarê Xamo Di nivîsê min navê wê heye. Em dibêjin helawî.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE