29 mars 2020

Min biryar da bêtir bixwînim


Van rojên meriv li malika xwe ye, zêde dernakeve derve, baştir e meriv wexta xwe bêtir bide xwendinê. Min dest pê kiriye lê ezê hinekî din bi pêş da bibim.

Lêhatin e, fersend ev fersend e, di van rojan da meriv kane xuyê xwe yê xwendinê hinekî bi pêş xe.

Meriv hin tiştan hêdî hêdî fêr dibe û piştî demekê êdî bi meriv ra dibe xûy û rûtîneke rojane.


Ez îro ketim nav kitêbên xwe, min çend kitêb ji bo xwendinê dan alî, ezê bi dor wan bixwînim.

1-Muhtasar Hayatim. Ekrem Cemîê Paşa.
2-Pêşmerge. Rehîmê Qazî
3-Kenê Parsek. Hesen Qilzilcî.
4-Bîranînên Osman Sebrî.
5-Çil sal xebat di riya azadiyê da. Ebdurehman Qasimlo.
6-Şahînşahiya goga lingan. Cemalî(Kemal Burkay)
7-Siltan Selaheddînê Eyyûbî. Ibn Xelîkan.

Îşev ezê dest bi xwendina Muhtasar Hayatim bikim. Min berê jî ev xwendiye. Lê 30 sal berê bû, ezê hafiza xwe careke din jî teze bikim.
Yên ez dixwazim bixwînim pir in, lê nuha bira ev di dorê da bin, bi xêr çaxa min ew qedandin, hundur tije ye, yên ez bixwînim bi sedan hene.

XXX
Tirkiye hin dost û hevalan pir xweş e, di nivîsên wan da tim mîzah û nuktedaniyek şîrîn heye.

Lê ji bo ku bi tirkî dinivîsin naxwazim nivîsên wan her tim biecibînim û wan bêtir li tirkî bibanînim, tirkî li ber dilê wan şîrîn bikim.

Tirkiya wan xweş e, qelema wan xurt e, lê ji ziman û edbiyata xelkê ra ye. Gulên nuh li bexçê xelkê zêde dikin.

Ji bo wê jî ez diqeherim, didexisim û ji xwe ra dibêjim xwezî ev nivîs bi kurdî bûya.

4 kommentarer:

  1. mamosta ez eksa weya li ser kurdî pîroz dikim. Hestên te yê li ser nivîsên tirkî gelek caran hestên min jî. Tu her hebî

    SvaraRadera
    Svar
    1. Mamosta ez eksa weya li ser kurdî pîroz dikim. Hestên te yê li ser nivîsên tirkî gelek caran dibin hestên min jî. Tu her hebî
      Malî ava

      Radera
    2. Weleh ev 13 sal in ne min li vir yek rêz bi tirkî nivîsîye û ne jî testûr daye şiroveyek bi tirkî.

      Radera
    3. Rast ya jî şaş, lê ev 13 sal in min tu carî qebûl nekiriye kes nivîsên min bi tirkî şirove bike. Û ji xwe ez jî tu carî bi tirkî nanivîsim. Ez zanim nivîsîna bi tirkî şaşiyeke mezin e û ezê tu carî vê şaşiyê nekim.

      Radera

PARVE BIKE