20 mars 2020

Meriv nikanibe fêde bigihîne gelê xwe gerek zirarê jî nedê


Gava meriv nikanibe fêdeyê bigihîne gelê xwe, baştir e zirarê jî nedê. Hin siyasetmedar bi siyaseta xwe, bi karê xwe, bi tirkiya xwe zirareke pir mezin didin kurdan.

Ez bibêjim çawa û çima… 

Hin siyasetmedarên kurd bi kurdî nizanin, hinek pir kêm zanin, hinek jî naxwazin dev ji tirkî berdin. 

Li gorî wan nivîsîn û axaftina bi tirkî şert e, ji bo wê jî ew dev ji tirkiya xwe bernadin.


Bi baweriya min siyaseta bi zimanê tirkî, di demek dirêj da ji karê pirtir zirarê dide kurdan û tevgera kurd ya netewî.

Ji bo demeke kin meriv hin feydeyê ji tirkî bibîne jî, di dema dûr û dirêj da tirkî zirareke pir mezin dide kurdan.

Di nav 50-60 salên dawî da me ev zirara tirkî pir konkret  dît. Her tişt li ber çava ye. Ji bo ku li zimanê xwe xwedî derneketin kurdî kirin zimanekî li ber sikratê.

Tim gotin tişt nabe, tirkî lazim e, bi tirkî nivîsîn û bi siyaset kirin, heta ku malik li kurdan şewitandin û kurdî kirin zimanekî li ber mirinê...

Ji ber ku di 50-60 salên dawî da kurdan zimanê xwe nekirin zimanê axaftin û nivîsînê, ji bo ku bi zimanê xwe siyast nekirin, ji bo ku bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, di nav 50-60 salî da asîmîlasyonê pişta me şikand, kurdî xist komayê.

Heger em nuha dev ji vê siyaseta malwêran bernedin, dîsa tirkiya xwe bidomînin, bi tirkî siyasetê bikin, deh salên din kurdî êdî zimanekî mirî ye.

Ji bo wê jî ez dibêjim siyasetmedarê, siyasetmedara bi kurdî nizane, ya jî yê naxwaze dev ji tirkî berde dibê nebe siyasetmedar, nebe nûnerê û berdevkê kurdan.

Yanî hey fêdê nagihîne kurdan, qenekê bira zirarê jî nede, bira bi ziman û xebata xwe kurdan asîmîle neke.
Heger serokê partiyekê ye dibê dev ji serokatiyê berde, bira yekî kurdî zane bibe serok.
Heger kesê bi kurdî zane tunebe, ew partî tunebe çêtir e, qenekê ewê zirarê nede kurdan..

XXX
Hin partiyên kurd dest pê kirine mesajên Newrozê bi tirkî belav dikin.
Bi baweriya min pir şerm e meriv Newroza kurdan bi tirkî pîroz bike.
Serokên kurd, partiyên kurd dibê Newroza gelê xwe ne bi tirkî, bi kurdî pîroz bike !
Ez pîrozbahiyên bi tirkî protesto dikim !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE