06 mars 2020

Lolo delal te li ser xênî sawar tev da


Dûrikên kurmancî.

-Min go delal tu şivanê lo pezê xêvê
Te li çîyayê Erzeromê
Pez berdaye lo dora delavê
Minê weka çûçikê xwe berdaya lo bin kulêvê.


-Lo lo min go li min û dîyaran ji dîyarê Çavreşîyê
Minê karik berda doxe- doxa lo vê teşîyê
Min go bira bavê Şadî bihata ji xerîbîyê
Minê rojî bigirta, fitar bikira lo bi xwelîyê.

-Lo lo delal te li ser xênî sawar tev da
Min bi çav û birîyan bi te ra xeber da
Lo lo tirsa min ji wê tirsê
Bavê min bibihîze min bikuje, te jî bi ser da.

-Lo lo delal min go xanîyê bavê te li hewa ye
Zimêlê zerî girtî bûz û reba ye
Tu yê li welatê xerîb sekinî
Çilê zivistanê ji min dixwazî
Firkî nokan, goştê reşqarikan, hêkê kewan.


///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE