14 mars 2020

Li ser lêkera tomarkirinê


Kurdên başûrê Kurdistanê ji bo qeydkirinê, nivîsînê, ”tomarkirinê” bi kar tînin.

Yanî ji dilê bibêjin min navê xwe di lîsteyê da, di defterê da, li dahîreyê qeyd kir, tescîl kir, ya jî nivîsî, dibêjin ”min navê xwe tomar kir", filan keso navê xwe "tomar kir.” 

Koka lêkera ”tomarê, tomarkirinê" çi ye, ji ku tê ez baş nizanim. Lê bi min wek were maneya top kirinê, kom kirinê, civandinê.
Lê belê ciyê qeyd kirinê, tescîl kirinê, nivîsînê nagire.


Min tomar kir, yanî min top kir, min kom kir.

Lê kurdên başûr di maneya nivîsandinê, qeydkirinê, tescîlkirinê da bi kar tînin. Ji bo qeydkirina deng, sitranan jî dibêjin "tomar kir."

Gava dibêjin ”navên xwe tomar kirin”, bi min gelkî ne xweş tê, fena ku ne kurmancî be, dilê min lê rûnane.

Bi ya min meriv bibêje min navê xwe nivîsî, min navê xwe lê nivîsî baştir e. Bi swêdî jî di maneya qeydkirinê da meriv navê xwe dinivîse.
Lê belkî jî ez neheq bim

Siyabend: Mamoste peywa tomar ji farisî te. Bi zimanê farsî tomar wateya name, mektûbê yan jî ku tiştê hatîye nivîsandin didê.

Zinarê Xamo: Weleh ji ku were, bi kîjan zimanî be jî ez dibêjim peyveke ne xweş e, ciyê qeydkirinê, nivîsînê nagire. Axir qet kêfa min jê ra nayê, ji bo min fena ku ne bi kurdî be, pir beloq tê...

Teqe Req: Tomar peyvekî Yunanî ye û bi darê zorê di şûna Qeyd tê bi kar anîn. Ha qeyd ha tomar her du jî biyanî ne. Eger peyvek esil Kurd hebe, ser çavan! Lê belê, Eger em rabin peyvek biyanî bi peyveke din ya biyanî biguherînin, ev ehmeqî ye. Silav û rêz.

PAK: Dema min peyva "tomar" ji nû bihîst ez jî wilo fikirîm. Min digo qey bi wateya komkirinê tê gotin. Dibe ku başurîya ji erebî standibe. Ji Yewnanî ketiye erebî, Ji bo cildê pirtûka tê gotin. Li ber min jî "tomar" li wateya "qeyd" naye. Farisî û gelek zimanê IE "rekord" bikar tênin

Kaniya Dapire: Me digot kom kir, top kir. Piştî nivîsîna bi Kurdî hînî pêyva TOMAR kirinê bûm.. Bi teşwîq kirina cenabê we min bi destpêkirina nivîsina bi Kurdî kir. Minetdarê cenabê we me,mamosteyê giranbiha. Slav û rez.

Zinarê Xamo: Hezar carî mala te ava birayê ezîz.

Ramazan Tepeli: Tomar kirin: tirkî toplama, derleme, biraraya getîrme. Nifisandin: yazma. Qeydkirin: kaydetme(!)

Oruç Sural: Kekê, "tomar" an " tomer" li ba me jî hene. Lê bi awayekî din: Dengê "î" yan jî komdengê "sî" tê paşiya peyvê û dibe tomarî yan tomarsî bi maneya "tev", tevde "gîşk". Kêm caran em teva pêşdaçeka "bi" bi kar tînin: Bi tomarsî yan jî "tomarsîka" bi maneya giştî yan gelemperî. Lê diyar e rayekên "tomar"a me û ya medya başûr ji hev cihê ne.

Zinarê Xamo: Li Wêranşarê, li ba me jî gotina ”tûmarî” heye. Tûmarî, yanî ne nîvî, ne qismek, bi tevayî. Bi swêdî dibêjin ”hel”, bi îngilîzî ”whole”, bi tirkî ” tüm, bütün.”
Numûne: bîstek berê lîwik sêvek bi tûmarî xwar.
Bi swêdî meriv navê xwe di lîsteyekê da dinivîse, ya jî ”egistrerar” dike yanî qeyd dike, tescîl dike. Lê ne ku top dike, kom dike ya jî ”tomar” dike.
Bi kurmancî jî meriv bibêje qeyd kirin, tescîl kirin, ya jî nivîsîn. Lê ”tomarkirin” qet nakeve serê min. Feqet soran dibêjin û kurmancan jî ji soranan girtine.
Gelo bi îngilîzî, bi almanî hemberîya ”qeyd kirinê, tescîl kirinê” çawa ye, çawa tê gotin, ew jî navê xwe tomar dikin?
Ez ne şaş bim kurdên başûr di futbolê da jî ji bo golên tên avêtin, golên tên kirin, dibêjin taximê A nizanim çend gol ”tomar kir”.
Yanî tomarkirinê” di çend maneyan da bi kar tînin.

Haci Kardoxi Aştî Aştî: Keyid peyveka erebî ye. Kurdi tomarkirin e. Pirê cara di maneya dengî tê bikaranîn. Ji bo studyo dibêjin tomargeh ku deng tê qeydkirin. Nav nivîsin yan nav tomarkirin jì tê heman wateyî.

Ciwan Tengezar: Bi rastî çend sal berê bikaranîna wateya duyem a têgiha „tomar kirin“ bo min jî xerîb bû, lê êdî ez vê lêkerê bi kar tînim.

„tomar kirin“ ji bo qeydkirina deng jixwe tê bikaranîn.
Ango du wateyên wê hene:
deng tomar kirin (stran) nivîs tomar kirin (navê xwe li ciyekî dan nivîsandin, xwe qeyd kirin)

Kadri Özkan: Bi rêz keyd an keydkirin ez dizanim bi erebîye.tomarkirin dê mana wê çi be tê bi karanîn

Dîndar KoçerLi herêma ma ya Behdîna berê ev peyva tomar nebû, lê bi tenê tomargeh hebû, cihê firotina kasêtên stirana. Bi nimone: “Tomargeha Mihemed Arifê Cizîrî li bajarê Zaxo” bêgûman nav tomarkirin û nav nivêsîn ji hev cûdane lê mixabin me zimanê xwe kirye zelata xiyara.


Zinarê Xamo:Erê wele rast e, bi taybetî jî medyaya behdîniyan kurmancî kirne şorbe, gêrmiya gavana. Ne soranî ye, ne kurmancî ye, ne erebî ye, bûye zeleteyê rûsî.

Adam Liberty: qeyd kirin bi Erebî ye.

Zinarê Xamo: Wiya ez zanim. Gelş ne ew e. Di zimanê me da bi hezaran gotinên erebî hene.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE