12 mars 2020

Kurd îsal li Swêdê Newrozê pîroz nakin !

Neroza îsal hat betalkirin


Ji ber xeteriya Vîrusa Koronoyê kurd îsal li Swêd Newrozê pîroz nakin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê û NCDKê (Navenda Civaka Demokratik a Kurd) herduyan jî biryar dan îsal Newrozê ji ber xeteriya belavbûna Vîrusa Koronayê pîroz nekin.

Ji xwe li Swêd civînên qelebalix hemû hatine yasaxkirin û îhtîmal e dibistanan jî bi tevayî bigrin.


Biryareke rast û di cî da ye, dibê meriv meselê pir cidî bigire û jiyana bi hezaran mirovan nexe tahlûkê.

Bi baweriya min dibê kurd îsal li Kurdistanê jî û li Tikriyê jî Newrozê pîroz nekin.
Xelkê welat girtine karantînayê. dibistan û zanîngeh girtine, Dibê em kurd jî meselê cidî bigrin û jiyana însanan nexin tahlûkeyê.


Beyana Federasyonê ya li ser betalkirina pîrozbahiya Newrozê û çalakiyên din.


"Çalakîya Agirê Newrozê û bîranîna şehîdên Helepçe û karêsatên li Kurdistanê hatine rawestandin
Kurdistanîyên rêzdar
Wek hun jî baş pê agahdarin, her ku diçê vîrûsa Corona li dinyayê belav dibê. Heta niha li Danîmark jî zêdeyî 400 kes bi vê nexweşîyê ketine û her ku diçê belav dibê.
Ji bo rêlibergirtina vê nexweşîyê, rayedarên tenduristîyê li Danîmark ketina nava hewldanan û tedbîrên tûnd wergirtina.
Me jî ev rewşa heyî li ber çav girt û ji bo ku gelê me, hemwelatî û nas û dostên me bi vê nexweşîyê nekevin û ev vîrûs bêtir belav nebê, biryar girt ku him çalakîya Agirê Newrozê di roja 20.03.2020'an de û çalakîya bîranîna şehîdên Helepçe û şehîdên hemû komkûjî û karêsatên li Kurdistanê, ku me plankiribû di roja 18.03.2020'an de li Parlamentoya Danîmark pêk bianîye, bi xemgînî radiwestînin.
Em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîr tînin û ji niha de Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin.
Li gel rêz û silavên germ.
Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD)."
11.03.2020


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE