24 mars 2020

Ji kal û pîran ra xerab hatiye


Nifşê min nifşekî pir bêşans û bêtalih e, derd û kulên dinyayê û kurdayetiyê ne bes bûn, Vîrusa Koronayê jî xwe da ser. Di jiyana xwe da me gelek tirajedî û tiştên ne xweş dîtin, em bûn mexdûr û şahidên gelek felaket û bobelatên mezin .

Tu dibêjî belkî nifşê min, em ji bo êş û azarê bibînin, derd û kulan bikşînin hatine vê dinya malkambax.

Qet rojekê jî dilê me şa nebû, me tiştekî baş û xweş nedît, tim derd, qahr û êş azar bû para me.


Me têkçûna şoreşa Mele mistefa Barzanî dît û êşa wê kişand. Me qetlîama Helebçeyê dît û bi rojan hêsir barand. 

Me jenosîda Şengalê, Kobanê, ya Xendekan û wêrankirina bajaran dît.

Me dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê û gelek bobelatên din dîtin.

Me li Tirkiyê sê darbeyên leşkerî dîtin, ev 18 sal in em di bin zulma û terora îslamîst-pantirkîstên tirk da dijîn. 

Me li Îranê îktîdara Xumeynî dît.

Me li Îraqê çend darbeyên leşkerî û rejîma Seddamê qatil dît. Tiştê baş me ketin û îdama wî jî dît.
Em bi milyonan bi çol û çepelan ketin, perîşan bûn.

Em bi hezaran ketin hefs û zindanên dijmin.

Ev ne bes bû nuha jî Vîrusa Koronayê girtiye ser me, bela xwe di me da ye, nahêle kal, pîr û nexweşên me ji malên xwe derkevin, xwe digihîne kê, bê(ba) li kê tîne li hustu siwar dibe, dixeniqîne û ruh distîne. 

Êdî kes newêre here mîvaniya kesî, kes newêre here şîn û şahiyekê, kes newêre destê xwe bide hev, her kes ji kal û pîran direve, hevza xwe dike. 

Welatan biryar girtine dibêjin gerek kal û pîr ji malên xwe dernekevin.

Welhasilî kelam em yên di sala 1950î da çê bûne nifşekî pir bêşans û pir bextreş in, heta mirinê emê tenê derd û kulan bibînin, tirajediyan bijîn.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE