23 mars 2020

Îsotê ji mitbaxa xwe kêm nekin

Îsot


Navê sîrê, pîvazê û leymûnê wek panzehîra vîrusa koronayê derketiye, bala min lê ye her kesî zor daye wan.

Lê dermanê herî baş, îsota Rihayê hatiye jibîrkirin. Ev neheqîye li îsota me.

Tuxtoran navê îsotê negotibin ez dibêjim jî îsot ji leymûnê, ji sîrê û ji pîvazê ne kêmtir e.

Temiya min li we, îsotê ji mitbaxa xwe kêm nekin. Îsot dermanê her derdî ye, tu nexweşî û vîrus newêre xwe nêzî wê bike.


Ez bi xwe bêyî îsot debar nakim, bi xêra îsotê nexweşî, mexweşî newêrin nêzî min bibin.
Ji min gotin…

Mihê Serî Fav deyndarê bavê xwe 5 sala: Vîtamîn C a di nav îsotê de 2 caran li leymûn ê ye keko.

Zinarê Xamo: Min ev nizanîbû. lê min zanîbû îsota me ji leymûnê ne kêmtir e. Baş bû te ev serdestiya îsota me bi hawakî ilmî îzah kir...:))

Mihê Serî Fav deyndarê bavê xwe 5 sala: Keko, bê henek :)) îsot ji leymûn ê bi bandor tir e.

Mihê Serî Fav deyndarê bavê xwe 5 sala:  Kekê Zinar bo fêde îsotê divê dû coronavirus em rewşa Riha yê binerin.

XXX
Ev ne cara pêşî ye epîdemîyeke wiha pîs û pir talûke dibe bela serê însên. Berê jî gelek caran nexweşiyan tesîr li jiyana însanan kiriye û civat guhertiye.

Gelo Covîd-19 ewê di jiyana me da çi guherînan bike?
Gelo însanên wek berê dîsa hev û du maç bikin, herin dest û ruyên hev, bi destên hev bigrin?

Jiyana bajaran, rêwîtîya kolektîf, kar, jiyana kulturî ewê çi tesîrê ji vê epîdemiyê bigrin nuha baş nayê zanîn.

Lê tiştek sedîsed e, dinya êdî ewê ne dinya berê be, her tişt ewê wek berê nemîne, di jinaya me da gelek tişt ewê werin guhertin. Ji nuha û pê da emê wek mehek berê nejîn.

.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE