20 mars 2020

Însan êdî bi nig silavê didin hev



Hawê silavdanê jî hat guhertin, êdî kes wek berê silavê nade hev, kes newêre bi destê kesî bigre.

Ji ber tirsa Vîrusa Koronayê li Swêd însan êdî wek berê silavê nadin hev. Berê însanan destên xwe didan hev, bi vî hawî silav didan hev û xatir ji hev xwestin.

Lê nuha ew adet hatiye guhertin, ji dêlî însan bi destê hev bigrin, pozên solên xwe li hev dixin.


Bi vî hawî him silavê didin hev, him jî xatir ji hev dixwazin.

Haya kurdan ji vê adeta nuh heye ya tuneye ez nizanim. Min got ez kurdan jî ji vê adeta silava nuh haydar bikim.

Silav êdî ne bi dest, bi nig tê dayin, êdî meriv bi nig silavê li hev dike.

Êdî ne bi destên hev bigrin, ne hev himêz û maç bikin, ne serên xwe û hinîşkên xwe li hev xin, ew dem derbas bû. Adeta nuh û modern û bêzirar li hev xistina pozên solan e.

Xatirxwestin jî bi eynî hawî dibe. Hûnê li hemberî hev bisekinin û dû ra jî pozên solên(qondereyên) xwe li hev xin...

XXX
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca gotiye li Tirkiyê Vîrusa Koronayê di 359 kesan geriya ye û 4 kes jî ji koronayê mirine.

Sedîsed derew e, jimara herduyan jî deh qatî, belkî jî sed qatî zêdetir e. Derew ne bi pera ye, lema çi tê dev dibêje. Çend rojên din ev rastî ewê baştir diyar bibe. Bi texmîna min li Tirkiyê rewş ji Îranê ne baştir e.
Kurdistana Federe tedbîrên baş digrin, dibê baştir bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE