14 mars 2020

Hin rojan wext têrê nake


Îro min zêde tiştek nenivîsî. Ez bi hin karên din ra hinekî mijûl bûm, min wext nedît tiştekî binivîsim. 

Weşanxana Dara ji bo kitêba min bîyografiya min ji min xwest, min tiştekî kin nivîsî û jê ra şand.

Occo Mahabad jî do gotibû ew portreyên nivîskaran amade dikin, ewê wek kitêbekê çap bikin, ji min bîyografiya min xwestibû. 


Min ji wî ra jî îro kurtejiyana xwe şand. Yanî ez îro betal nesekinîme, min du karên baş bi hev ra kir.
Lema jî qet wexta min nema ez bala xwe bidim tiştên din. 

Nuha li Swêd ji xwe her tişt bûye Vîrusa Koronayê, serê xeberan ew e, dawiya xeberan ew e. 

Dibêjin di tarîxa modern da tu carî buhraneke hewqasî mezin çê nebûye û kes jî nizane ewê heta kînga dom bike û kînga biqede. 

Dibêjin belkî gelş bi mehan jî bajo. 

Gelek welatan sînorên xwe girtin, çûn û hatin dan rawestandin.

Yanî bi kurtî mesele pir mezin e. Li Swêd ji bo ku banqe û şîrket neçin îflasê, Banka Merkezî ya Swêd 500 milyar kr. xist xizmeta wan, ji bo ku deyn bikin. 

Bi kurtî li alîkî di nava milet da panîk û hewa xelayê heye û li aliyê din jî tirsa kirîzeke aborî ya mezin belav dibe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE