11 mars 2020

Heta îro ez di guhê gê da bûme



Ez di guhê gê da bûme, li Stockholmê ferman rabûye haya min jê tunebûye. 

Bîstek berê ez û xanim çûn ezexanê(dermanxanê)ji bo ku maska dev û ava şuştina dest bikirin.
 
Em çi bibînin, xelkê ezexane req û rût kiribûn, heta bigihîje bi sabûn, mabûnan jî nehîştibûn.
 
Em destvala vegeriyan mal.


Gelek refên markêtê jî vala bûbûn, zeyt, meqerna hema hema nemabû. Diyar e bêyî me her kesî embar û zêrzemiyên xwe, dolabên xwe hetanî ber dev dagirtine. Yê mer ojane ye, xwarina me ya sê rojan jî li mal tuneye.

Nuha lawikê min ê mezin Azad telefon kir, got bavo tu û diya min, hûn herdu jî di ser 60î ra ne, ev jî tê maneya hûn di qada talûke, rîskê da ne. Lema jî dibê hûn li xwe miqate bin. Gerek hûn destên xwe tim bişon, heta ji we tê neçin bajêr negerin, neçin ciyên qelebalix.


Tew wî bêtir hinav li min qetand.
Propaganda tirsandinê tesîra xwe nîşan da, dawiya dawî ez jî tirsandim.
Heta îro tew min nizanîbû gelşeke wiha heye. Îro piştî twîtta Evdila Keskîn û nuha jî telefona lawikê min, tu nemaye ez jî bi rastî ji xwe bitirsim. 

Tiştekî ecêb e, propagande, tirsandin, merivê wek min sipîsaxlem jî ditirsîne.

Erê ez 70 salî me lê ez hîn li ser xwe me, ne nexweş mexweş im, hîn xwe wek xortekî 30-40 salî dibînim. 

Xwedê meriv ji qeza û belan, ji bêtarên giran bisitirîne, lê gerek meriv her tiştî jî ji sitara Xwedê ra nehêle. Li dinyayê belkî 7-8 milyar însan hene, Xwedê ewê kê ji vê vîrusa pîs, ji vê şewbê, tebekê biparêze, kê neparêze. Dibê meriv jî hinekî li xwe miqate be.

2 kommentarer:

  1. Apo,

    Tu hêjayê me yî.

    Heta ji te hat destê xwe dirêj-dirêj bişo.

    Destê xwe nede dev û ruyê xwe.

    Tu mecbur nebî neçe nekeve nava xelkê - qerebalixê.

    Nêzîkî kesî nebe, destê xwe dirêj neke û kesî maçî - himbêz neke.

    Te dî yek quxîya yan bênijî jê dûr here.

    Formul û çare ev e.

    Hay ji xwe hebe...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Mala te ava Birûskê hêja. Weleh heta nuha min qet guh nedidayê, lê ji nuha û pê da ezê li xwe miqate bim. Ne henek e.

      Radera

PARVE BIKE