02 mars 2020

Her tişt bûye gêrmiya gavanan


Nûnerê Trump yê Sûriyê Jeffrey, dilnexwaz û xêrnexwazekî kurdan û heta hûn bixwazin şelafekî tirkan û Erdogan e.

Jeffrey îro dihere Tirkiyê, ji bo bi Erdogan ra bibe alîkar.

Jeffrey ji nûnerekî Amerîkayê bêtir, wek nûnerekî Tirkiyê hereket dike. Wek paşmêrekî Erdogan e. Ew tu carî ji bo kurdan tiştekî xêrê nake.


Di nabêna wî û tirkan da tiştekî em nizanin heye.

XXX
Li ba tirkan pantirkîstî di ser her tiştî ra ye, di ser her baweriyê ra ye.

Ji bo tirkekî tirkçîtî di ser dîn, Xwedê, pêxember û her tiştê din ra ye. Lema tirk koleyên dewletê xwe ne, dewlet çi zulmê, çi hovîtiyê, çi bêqanîniyê bike jî jê ra li çepikan dixin.

Geva mesele bibe tirkçîtî tirkek kane her hovîtiyê bike.

Ji bo tirkekî tirkîtî ji Xwedê jî, ji dîn jî, ji Quranê jî, ji ûjdan, ji exlaq, ji însanîyetê muhîmtir e.

XXX
Ji bo Erdogan û tirkan guhertina mitefikan, durûtî, bêîstîkrarî, vir ne problem e, ew ji tirştên wiha şerm nakin.

Ji bo Erdogan ya muhîm îşê xwe bimeşîne, ji bo wê jî kane rojê têkeve boyaxekê, kane wek perwanê viz bibe, kane rojê bibe hevalê yekî. Tiştên wiha ji bo Erdogan ne prblem e, ji teqleyên wiha ew tu carî şerm nake...

Bi van êrîşên xwe Tirkiye reaksiyona Rûsyayê diceribîne.
 Heger Rûsya xwe sist bike û bersîvê nede êrîşên Tirkiyê, tirk ewê bêtir aşûnî û har bibin, ewê êrîşî Şamê jî bikin.

Dibê Rûsya û Sûriye baş lêxin.

Bêyî lêxistinê û ço tirk nasekinin. Dibê pozê tirkan baş were firikandin.

XXX
Ne heywan tenê, însan jî kedî dibin, dibin wek heywanê kedî. Hukûmeta AKPê gelek kurd kedî kirine. 

Ev kurdên kedîbûne ji zulm û zorbatiyên dewletê qet nerehet nabin.

Kesên kedîbûyî kanin bi yekî ne bi îradeya gel, bi zorbatî û bi tayina dewletê bûye serokê belediyekê ra rûnin û wek ku qet tiştek nebûbe, wek ku ew zorba xwediyê wî meqamî yê rastîn be, bi zimanekî pir hurmetkar pê ra hevpeyvînê bikin û qedir û qîmeteke mezin bidinê. Jê ra bibêjin nizanim "bi rêz çi..."

Mêrik bi zora dewletê bûye serokê belediya Baxlara, muhabirê Rûdawê bêyî ku li ser vê zorbatiyê du pirsan jê bike, lê guhdarî dike. Mêrik dibêje Tikriye dewleteke heq û huqûq e, muhabir dengê xwe nake, li zorba, tecazizkar guhdarî dike.

Çimkî ledî bûye... 

Bêyî ku ji vî merivê zorba û bêrû bipirse, bibêje ev kursî ne heqê te bû, tu bi zorbatiya dewletê hat vî meqamî, tu vê yekê çawa dibînî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE