06 mars 2020

Gur teslîmî hirçê bû



Hirç heywaneka him ji gur mezintir e û him jî jê pir bi hêztir e. Şêr bi şêrtiya xwe newêre bela xwe di hirçê bide.

Lema jî do kerîyek gurên boz ji Anqerê bi hev ketin û li Moskovayê çûn ber nigê hirçê, xwe avêtin bextê wê û jê aşîtî û agirbest xwestin.

Hirçê daxwaza gurê boz bi şertên pir giran qebûl kir.


Bi kinî li ser naveroka peymana Tirkiyê û Rûsyayê do îmze kirin meriv kane bibêje: gurê boz teslîmî hirçê bû û hema hema şertên wê hemû qebûl kir. 

Yanî meriv kane bibêje ji bo Erdogan peymana teslîbûnê ye.
Lê helbet Erdogan ewê dîsa bixwaze hin zexelî û hîleyan bike, sozên dane bi cî neyene. 

Lê ez bawer nakim Rûsya van manawrayên Erdogan qebûl bike. Piştî demekê ewê dîsa vegerin nuxta berê. Lê Tirkiyê rewşa Tirkiyê pir xerab e û ewê xerabtir jî bibe.

Lê em zanin gur pir bêar e, ewê dîsa jî serfiraziya xwe îlan bike.

XXX

Berpirsiyarên Tirkiyê li ser Sûriyê û kurdan rojê derewên bi boçik, derewên nemayî dikin.
Yanî di vî warî da tu zahmetiyeke wan tuneye, bûne kûreya derewan, hema ber didin.
Hela ka em binêrin piştî vegera ji Moskovayê ewê çi derewan li hev ragirin.

Rûs ewê çi bikin nizanim, lê wek kurd dibê meriv ji rûsan tu hêviyeke baş neke, Pûtîn kane careke din jî Erdogan xelat bike, wî ji feqê xelas bike.



Tirk koçberan bi darê zorê li otobozan siwar dikin û dibin berra ser Yûnanîstanê didin.
Ji bo kes venegere hezar polîsên taybet birine ser sînor. Xelkê bi zor dibin wir, dixin nava Yûnanîstanê û dû ra jî nahêlin kes paş da da vegere.
Yanî li ber çavê dunyayê Yûnanîstanê dagir dikin.
Ewrûpa jî lê temaşe dike.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE