19 mars 2020

Gerek meriv hewqasî jî ne bêwefa be !

Altan Tan


Kurdan heta nuha gelek kesên ne ji xwe, tirk, ereb, ermenî, suryanî, heta yên bêesil jî kirin reîsên belediyan û parlamenter, ew kirin xwedî pere, xwedî meaş, xwedî mal û milk.

Ji wan kesan hinek nankor û şîrheram derketin, nuha kurdan wek himalên nezan û kêmaqil dibînin. Henekên xwe bi kêmaqiliya kurdan dikin. 

Kurdan bi dilekî pak, bi hêviyekê ew kirin parlamenterên xwe. Lê ew vê destega kurdan wek himaliyekê, wek kêmaqliyeke kurdan dibînin.


Di siyasetê da exlaq, bext, wefadarî muhîm e lê bêguman bi her siyasetmedarî ra tuneye.

Gava yek nankor û şîrheram derkeve, bi kurdan ra bêbextiyê bike, piştî girêka xwe bi paş xe, piştî ji ser sifra kurdan rabe, kêrê bibide sifra kurdan, ev ne sûcê kurda ye, ev îspata bêexlaqî, nankorî, şîrheramî û bêwefayiya wî kesî ye.

Altan Tan bi vê nivîsa xwe ya di malpera "Independet Turkçe" da  nîşan da ew jî yekî ji wan kesên nankor, şîrheram û bêwefa ye. Wî jî piştgiriya kurdan bi hin kesanra wek himaliyê bi nav kiriye. Kurdan bi hêviyekê sê caran ev camêr şandin meclîsê, lê ew nuha tinazê xwe bi aqilê kurdan dike.

Kemal Bakan Kurdan her cure meriv ceribandin,
Wek te gotî,ger nankorî û pûşttî di meriv da be ev ne sûcê Kurda ye…
Şeva te xweş be Apo

Jamal Kazemi Rêz u silav apê Zinar meger altan tan kurd nîne ?

Zinarê Xamo Hinek dibêjin kurd e, hinek dibêjin ereb e. Lê ya muhîm ew xwe çi dibîne, ew xwe kurd qebûl dike ya na. Wiya jî ez baş nizanim.

 Dîndar Koçer Ma Altan Tan çi kirye, gotiye?

Zinarê Xamo Di malpera "Independet Turkçe" da li ser HDPê û kurdan nivîsek nivîsîye. Di nivîsa xwe da kurdan wek himalên tirkan dibîne, henekê xwe bi aqilê kurdan dike. Tu kanî nivîsê bikî bi translate Googlê bikî erebî ya jî zimanekî din û bixwîne.

Ido Ido Her bijî
Harûn Ehmed: Ew jî Mihelmî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE