08 mars 2020

Gelşa pervekirinê hîn çareser nebûye


Wer xuya dike ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne. Ya jî gava kebanî ne jêhatî, ne tu kebanî be hevîr heram dibe û mal bê nan dimîne.

Tiştê hatiye serê min dişibe viya...

Ev çend roj in ji ber gelşa parvekirinê ez gêj bûme. Wê rojê ez pê hesiyam kes nikane nivîsên min ên facebookê parve bikin. Du rojan ez pê da ketim, xwedêgiravî min çê kir. 


Lê nuha dîsa hinek dibêjin bişkoka parvekirinê li Tirkiyê, ba wan xuya nake, hinekên li Ewrûpayê jî dibêjin xuya dike, êdî em kanin nivîsên te parve bikin.

Nuha ez feqîrê Xwedê ji kê bawer bikim, ji kê bawer nekim?

Yek dibêje temam e, ez kanim parve bikim. Yekî din dibêje ne temam e, ez nikanim parve bikim.

Yekî ji min ra du rismên nivîsên min şandiye, di herduyan da jî navê bişkokan bi tirkî ye, di binê nivîsên min da bi tirkî “Begen” û “Yorum yap” heye. Lê bişkoka parve bike tuneye.
Ez êdî westiyam, nizanim çi bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE