21 mars 2020

Ezê silavê deynim ser silavê


Lawkê min razayîye ez şiyar nakim
Heke cotkarîye ezê êmekî li ber ga kim
Heke şivan e ezê kahr û berxan ji bedêlê dan kim
Heke nimêjkar be ezê nimêja sibehê ji bedêla wî qeza kim.


-Ezê silavê deynim ser silavê
Ezê bêxim qutîka devziravê
Ezê bişînim mala lawikê xwe mala navê
Ez çi bikim silavên bi xelkê ra, silav şîrîn in xwedî pê ra.

-Ez dimirim, ez namirim
Şevê, rojê xerabtir im
Ez birime ser xeratan, tabûta min neqaş kirin
Ez birime cem cawfiroşan kefenê min qut dikirin
Ez di tabûtê da dirêj kirim
Ji derê mala lawikê min derbaz kirim
Çavê min xiramê di tabûtê ra li lawikê min ket
Mi go gundîno, malxirabno, min vegerînin
Ez ji do û pêr çêtir im.

-Ez nexwş im di tayê da
Were şara serê min girê de
Belkî destê te bibbe derman
Di rêka Xwedê da.

-Havîn e stêra sibê li min zelal kir
Xelk û alemê li serê banan xewa xweş kir
Wexta te dizanî tu qaçax î, tu mahkûm î, tu fîrar î
Te çira bextê min torînê bi xwe ra reş kir !


///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE