01 mars 2020

Ewrûpiyan ji tarîxa xwe ders û ibret negirtine



Yekîtiya Ewrûpayê bi hustuxwarkirina li hemberî Erdogan, bi tawîzan, bi bertîl û rişwetan nikanin mesela koçberan bi Erdogan ra çareser bike. Teslîmîyet ne çare ye. Dibê zorê nîşanî Tirkan bidin.

Ewrûpiyan çawa ku bi tawîz û bertîlan Hîtler nesekinandin, bi wê siyaseta xwe ya tirsonek bûn sebebê Şerê Cîhanê yê Duyem û malwêraniyeke pir mezin, îro jî li hemberî Erdogan û tirkan eynî şaşiyê dubare dikin.


Ewrûpî, Erdogan çiqasî bertîl bikin ew bêtir har bibe û hin tiştên din bixwaze. Dibê wî aşûnî nekin, wî netajmijînin.

Gava Erdogan bibîne zor, şantaj pere dike, ewê dom bike, ewê tu carî dev ji şantajan bernede.

Dibê Yekîtiya Ewrûpayê, dunya baş bizanibe Erdogan li ser hukim be şerê Sûriyê naqede. Îktîdara Erdogan girêdayî berdewamiya şer e, roja şer biqede jiyane Erdogan dikeve tahlûkê. Lema jî ewê tu carî nehêle şerê Sûriyê biqede.

Heta Erdogan li ser hukim be gelşa koçberan naqede. 

Ewrûpa 100 milyon, 200 milyon koçber bigire, Erdogan ewê 100 milyonê din bîne û rêke ser Ewrûpayê. 

Tirkiyê qaçaxçîtiya koçberan ji xwe ra kiriye çavkaniyeke karê, qezencê, kiriye malekî îxracatê.  Çerxa dewleta tirk êdî bi perê tîcareta koçberan digere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE