09 mars 2020

Ev zulm û çavsorî ewê ji we ra nemîne !

Serokê belediya Amedê Dr. Selçûk Mizraklî


Dadgeha derewîn, hakimekî ruhkole 9 sal û 4 mah ceza daye serokê belediya Diyarbekrê Dr. Selçûk Mizraklî. 

Li Tirkiyê huqûq, dadgeh, hakim giş tiroviro ye, ev ceza ne huqûqî ye, siyasî ye. 

Qûqlayekî bi navê hakim li ser emrê jê ra hatiye ev ceza da Selçûk Mizaklî.

We nazî jî derbas kirin...


Heger li Tirkiyê bi rastî jî mahkime, huqûq, edalet hebûya, hakim bi rastî hakim hebûya Selçûk Mizraklî û hevalên wî, bi sedan kurdên din bi hin virên bêbinake nedihatin girtin û cezakirin.


Selçûk Mizraklî tu sûc nekiriye. Mahkima we jî, cezayê we jî ne meşrû ye, yê we çavbirrîn e.

Kurd hemû viya zanin. Hûn û dewleteta xwe têkevin binê erdê, hûn qurişekî jî nakin. Hûn tirsonek in, hûn ji me dibizin. 

Ji ber ku hûn xwedî dewlet in, hûn kanin bi me hûn vê zulmê li me dikin. Li ciyê rehetiyê bi salan zindankirina însanan namerdî ye .
Lê ev çavsorî ewê ji w era nemîne…

-Dr. Selçûk Mizraklî: Ez zalim di demeke kin da ewê birevin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE