10 mars 2020

Erdogan masa YE terk kiriye



Min do jî nivîsî,  min got Erdogan û berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê li hev nekirine, Erdogan bi xeyd civîn terikandiye vegeriyaye Tirkiyê.

Rojnameya îngilîz The Timesê jî eynî tişt nivîsîye, gotiye Erdogan û berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê li ser koçberan li hev nekirin, Erdogan tu soza sekinandina koçberan neda Yekîtiya Ewrûpayê, mase terikand û çû.


Tiştê herî rast gerek Yekîtiya Ewrûpa hew xûgiyê bide Tirkiyê. Ew çiqasî bidin, Erdogan ewê hinekî din bixwaze û koçberên jî tim bikşin, tim zêde bibin. 

Heta Erdogan kanibe bi gefan xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre ne Erdogan disekine û ne jî koçberîya ji Afrîkayê û ji Asyayê.

Tiştê Erdogan bike ewê derî negire û şandina koçberan bidomîne.

Li hemberî vê, dibê Yekîtiya Ewrûpa Tirkiyê ceza bike, yne ser ambargoyê deyne ser Tirkiyê, Tirkiyê ji NATOyê derxe. Di heqê Erdogan û berpisên tirk da ji ber alîkariya bi terorîstan ra lêkolînê bide destpêkirin, biryara girtina wan bide. 

Yanî dibê dibê ewrûpî mirinê nîşanî Erdogan bidin, heger viya nekin Ewrûpa ewê di ber nigan here. Ji xwe nuha jî herî kêm 100 milyon koçber li Ewrûpayê hene.

Bi qasî xuya dike Erdogan û berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê li hev nekirine.
Yekîtiya Ewrûpayê îcar teslîm nebûye û xûgiya Erdogan xwestiye nedaye.
Ji bo wê jî piştî civîna bi berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ra Erdogan beşdarî civîna çapemeniyê nebûye, ji nişka ve wî û taximê xwe rahîştine paltoyên xwe û avahiya civînê terikandine.
Meriv wer fêm dike reîs îcar li Brukserlê pûş kutaye, dû ra jî kortika hustuyê xwe xurandiye û destvala berê xwe daye qesra xwe ya Anqerê.
Bi xêr sibe ewê bêtir zelal bibe lê fis ne oxir e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE