05 mars 2020

Erdogan gotiye Idlib berê ya wan bûye


Erdogan nêta xwe ya Sûriyê îro vekirîtir eşkere kiriye, gotiye:
”Kiliçdaroglu merivekî hewqasî bêşiûr e ku ji bîr dike dema Gazî Mustefa Kemal Çeneqele diparast Idlib jî beşekî axa welatê me bû.”
Yanî mêrik vekirî dibêje Idlib berê ya me bû, dibê nuha jî ya me be.

Hêdî hêdî ewê Balakanan û tevayiya welatê ereban jî bixwaze. Çimkî berê ew jî di bin destê dewleta Osmanî da bûn.
Ji roja pêşî da ye ez bi vê nêt û hedefa tirkan zanim û tim jî dibêjim.
Piştî 9 sal şer, Sûriye zeîf ketiye. Lema jî çavê tirkan Sûriyê dibire, ji bo wê jî dixwazin Idlibê jî li Efrînê, li Girê Sipî, li Serêkaniyê zêde bikin.
Wê rojê Devlet Bahçelî jî got heger ew Idlibê bidin sibe hinekê Hatayê bixwazin, ewê nikanibin Hatayê biparêzin. Ji bo parastina Hatayê(Antakyayê)dibê ji Idlibê dernekvein. Yanî nêta tirkan erdên dagir kirine li xwe bihelînin. Pir snmimkûn e. Mêrikan berê Antakya, Îskenderûn, Qibris li xwe helandin, kanin viya jî bikin.
Wek kurdên rojava dibêjin, heger ji wan ra biserife ewê Helebê jî bixwazin.


XXX
Tirkan di meclîsa xwe da reqandine hev, çend heb avêtine ji belka guhên hev da. Baş kirine.
Dibê kurd xwe tevê nekin, nekevin nabêna wan. Bira li hev xin, bira hinekî hev nerm bikin. Tu sebebekî kurd xwe tevê bikin tuneye.
Herdu serî bi hev ra her roj li me dixin.

XXX
Tirkan Kurdistan, Sûriye, Tirkiye li ber çavê hemû dunyayê kirine dojeheke rastîn. Bi milyona însan perîşan kirin û bi çolan xistin. Sûrî û Kurdistan wêran kirin.
Lê kes nikane hesabê vê jenosîdê ji wan bipirse.
Wezîrê karên hundur Suleyman Soylu gotiye 180 hezar ereb ji Idlibê birine Efrînê bera ser dilê kurdan dane.

PAK xwezaxweda: Ewropa û DYA bi hevaltîya tirk û ereba, zextê li Rûsya û Îranê dike. Rûsya jî dixwazê bi hevaltîya tirk û ereba zextê li Ewropa û DYA bike. Ji herdû alîyan ve jî tirkî kar dike. Çareserî yekîtîya Netewên Arî ye. Heke nebin yek, ji aliyê îslam û tirk û ereban ve wê bên îstîlakirin

Zinarê Xamo: Ìstìla Ewrùpayé ji zù da ye dest pé kiriye, pir jì péş da çùye, lé haya ewrùpiyan jé tuneye.

PAK xwezaxweda: wilo ye, bi feminîzmê hejmara wan kêm dibe. Bi hûmanîzm û sol-liberalizmê tên îstilakirin. Bi demokratan daxwazên koçberan biser dikevin, koçber wekîlê xwe dihilbijêrin. Wekîl daxwazên koçberan diparêzin. Ewropî wekê beqa li nav avê tê germkirin bi xwe nahesin.

Zinarê Xamo: Hela hela, wa ye yekî wek min difikire heye. Bi salan ez van tiştan dibêjim û dinivîsim. Gunehê min bi ewrûpiyan tê. Heger wiha dom bike piştî 30-40 salên din li gelek welatan ewrûpî ewê bibin mînorîtet, şerîet ewê têkeve dewsa demokrasiya wan. Li Swêd vê prosesê dest pê kiriye.

PAK xwezaxweda: Bê çi li Ezidîyan kirin wê wilo li wan jî bikin. Pêwiste ku şîyar bibin. Dema tu ji wan re dibêjê "Netewhezî" mijarê tênin ser Hîtler û Nazîzmê, ev propagandaya Netewhezên ku li dijî Arîya ne. Hîtler, zerar da yekîtiya Arîya û Arîtî îstismar kir. Cihû hevalên Netewên Arîyan e.

Zinarê Xamo: Li Ewrûpayê heta hin bûyerên pir mezin neqewimin, ya jî heta li hin welatan şerekî navxwe dernekve ewrûpî bi xwe nahesin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE