28 mars 2020

Di vê tofanê da jî tirk bela xwe ji kurdan venakin



Di vê tofan û rojên haşer û mahşerê da, ferman rabûye, kes nikane ji mala xwe derkev, artêşa tirk başûr û rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike. Avê li ser bi sedhezaran kesî qut dikin.

Yanî bênabên kurdan terorîze dikin, nahêlin kurd rojekê bê êş û azar bijîn.


Dinya xera bûye, li Tikriyê û li Kurdistanê ferman rabûye, ne xema tirka ye, ew dîsa li dû kuştina kurdan in, dîsa her roj bombeyên jahrî bi ser serê kurdan da dibarînin.

Tofana Nûh jî rabe tirk ewê dev ji kuştina me bernedin, gava me nekujin sebra wan nayê.

Ji bo ku xew têkeve çavê Erdogan û berpirsiyarên dewletê, dibê her roj zulmê li kurdan bikin, xwîna çend kurdan biherikînin, çend zarokên kurd sêwî bihêlin, çend malên kurdan bi ser serên wan da bihedimînin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE