25 mars 2020

Di vê fermanê û tofanê da tirkan dîsa av ji ser bajarê Hesekê birrîn.



 Tirk dixwazin bi sedhezaran kurdî bêav bihêlin û ji tîna bikujin

Ji ber vîrusa koronayê li seranserê dinyayê ferman rabûye, her kes ketiye heyra ruhê xwe.

Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, her kes di malên xwe da hefs bûye. A di rojeke wiha da Tirkiyê dîsa av ji ser bajarê Hesekê qut kiriye, bi sedhezaran însan bêav hîştine.


Dixwazin bi sedhezaran kurdî bêav bibehecînin, bikujin.

Nuha dem aherî bêtir hewcedariya însên bi avê heye, dibê însan rojê çend caran destê xwe bişo, lê wan av ji ser kurdan qutkirine.

Armanc, bira bi sedhearan kurd bibmrin...

Ev cara siysiyaye tirk vê hovîtiyê dikin. Qutkirina avê ji ser bajaran hovîtiyeke nehatiye dîtin.

Ev pûştî, qeleşî, namerdî û irqçîtiyeke dûrî aqil e, teşebusa jenosîdê ye. Di demeke hewcedariya însên herî bêtir bi avê heye, av ji ser gelê bajarekî birrîne.

Heger ûjdan bi dinyayê ra, bi dezgehên navdewletî ra hebe gerek li hemberî vê wahşeta tirkên nazîst bêdeng nemînin.

XXX
Ji Zanîngeha Mîchîganê Prof. Dr. Onur Başer, li ser Vîrusa Koronayê li Tirkiyê bal kişandiye ser felaketeke pir mezin, gotiye:

”Li Tirkiyê enfektebûna 32 milyon kesî tê texmînkirin. Ev jî tê maneya mirina li dora 150 û 600 hezarî. Herî kêm ji bo 640 hezar kesî ciyê tedawiya întensîf lazim e. Li Tirkiyê li dora 40 hezar cî heye. Bêyî cîhazên tenafusê(bînstendinê) rêjeya mirinê ji %90.”

Prof. Dr. Onur Başer gotiye li Tirkiyê rastiyê nabêjin, herêmên epîdemî lê pir belav bûye vedişêrin.

Bi baweriya min tiştê vî camêrî gotiye rast e, li Tirkiyê ewê bi hezaran însan bimrin. Musebîbê vê yekê jî hukûmet e, çimkî him rastiyê vedişêrin û him jî tedbîrên pêwîst negirtine û nagirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE