10 mars 2020

Di nava kurdan da reqlam pere dike


Kar û xebata meriv ya salan, ya ji bo kurd û Kurdistanê her tim ji alî însanan ve, ji alî civatê ve nayê dîtin û teqdîrkirin. Bi piranî piştî însan dimrin keda wan, kar û xebata wan tê kişifkirin. 

Ji bo civat karê te bibîne, teqdîr bike ya dibê tu bizanibî reqlama xwe baş bikî, ya dibê tu lobîstekî baş bî, ya jî dibê tu şelafê hin der û doran bî.


Îstîsnayên derî van pîvanên min gotin hebin jî sîstema nava kurdan ya esasî ev e; heger tu ji van rê û metodan yekê bi kar neynî kes karê te nabîne, tu tuneye, kes qurişekî xwe jî di kar û xebata te ya salan nade, kes qalê nake.

Bêyî reqlam, bêyî destik, bêyî lobîyek bi zîrekî tu Rustemê Zal bî jî, te hezar xebatên hêja kiribin bin jî bêfeyde ye, bla kesî nakşîne.

Însanên me, civata me, dezgehên me bi piranî hinekî bêwefa ne, dibê tu xwe bispêrî derekê, heqê Sezar nadin Sezar, dibê merivên te hebin, hinek li pişt te bin, reqlama te bikin. Reqlam ne ji bo firotina mal tenê bi tesîr e, pê însan jî tên mezinkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE